Kurdî  ■  كوردی  ■  عربي
THU, 3 JUL 2025 08:06 Erbil, GMT +3
Partiya Dîmukrat a Kurdistanê
Azadî  .  Dîmukrasî  .  Dadperwerî
 

Pispor: PDK ji bo Kurdistaneke bihêz gava yekem avêt
| KDP.info


 

Silêmanî-KDP.info- Pisporên siyasî dibêjin, PDK bi rêya hikûmetê û serokatiya hermê û parlamentoyê dê kar bike ji bo Kurdistaneke bihêz û destnîşankirina Nêçîrvan Barzanî û Mesrûr Barzanî nîşana wê yekê ye. Herwiha dibêjin, PDK dê bi rêya xizmetê û bihêzkirina Kurdistanê dê xelkê Kurdistanê xelat bike ku dengê xwe dan wê.

Pispor di warê pêwendiyên navdewletî de Dilşad Namiq ji malpera KDP.info re ragihand: “Avakirina hikûmeta nû ya Kurdistanê çavê xelkê hindurê Kurdistanê û derve li ser e. Çavê xelkê Kurdistanê di serî de li ser PDKê ye, ku kursiyên herî zêde yên PDKê ne û dirûşma wê avakirina Kurdistaneke bihêz e. Em karin bêjin tenê PDKê rast û zelal bû bi xelkê Kurdistanê re. Dema Kurdistan di şer û kirîzan de bû, PDK barê Kurdistanê avêt ser milê xwe. Niha jî hêviya xelkê li ser PDKê ye ku Kurdistaneke bihêz ava bike. Niha bi kandîdkirina Nêçîrvan Barzanî û Mesrûr Barzanî ji bo serokatiya herêmê û serokatiya hikûmetê, PDK pêngava yekê ji bo Kurdistaneke bihêz avêt, ku PDK dixwaze ji aliyê dîplomatîk û navdewletî jî pêngavên mezin bavêje, ku pêwendiyên navdewletî yên Kurdistanê dê ligel welatên cîhanê bihêztir bibin. Herwiha li ser asta navçeyê jî dê hebûna wan herdû kesan roleke mezin bibîne.”

Mamosteyê zanîngehê Berzan Usman ji malpera KDP.info re ragihand: “Di bangeşeya hilbijartinan de dirûşma PDKê avakirina Kurdistaneke bihêz bû. Ji aliyê abûrî û ewlehî û dîplomatîk dema Nêçîrvan Barzanî ji bo serokatiya Herêma Kurdistanê û Mesrûr Barzanî ji bo serokatiya Hikûmeta Kurdistanê tên diyarkirin, tê wateya ku ew herdû kes nîşana Kurdistaneke bihêz û serkeftî ye. Çavê xelkê Kurdistanê li ser wê yekê ye ku di 4 salên bê de Kurdistan ji aliyê abûrî û siyasî û pêwendiyên navdewletî bihêztir bibe, herwiha zêdetir xizmeta wan bê kirin û guhertin di deselat de bê kirin.”


 




Nûçeyên din

Nêçîrvan Barzanî pêşwaziya Raf' El Îsawî kir

MONDAY, 30 JUNE 2025 22:06:21

Hewlêr-KDP.info: îro dûşem 30.06.2025 ، Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê li hevdîtineke digel Raf' El Îsawî, siyasetmedar û cîgirê berê yê Serok Wezîrê Iraqê, pêşhatên dawî yên rewşa siyasiya Iraqê û peywendiyên Hewlêr ـ Bexdayê gotûbêj kirin û di derbarê bandor û berketiyên rewşa Rojhilata Navîn li ser Iraqê de, danustandina bîr û ramanan kirin.

 
Serok Barzanî pêşwazî li Balyozê Fransayê li Iraqê kir

MONDAY, 30 JUNE 2025 15:06:16

Hewlêr-KDP.info: îro 30î Hezîranê , Serok Mesûd Barzanî pêşwazî li Balyozê Fransayê yê li Iraqê, Patrick Durel kir.

Nêçîrvan Barzanî pêşwaziya Konsulê Giştî yê nû yê Hîndîstanê kir

SUNDAY, 29 JUNE 2025 20:06:46

Hewlêr-KDP.info: îro yekşem 29.06.2025 Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê li hevdîtinek de bi Brijesh Kumar, Konsulê Giştî yê nû yê Hîndîstanê li Herêma Kurdistanê re, ji bilî pîrozbahiya destbikarbûnê, hêviya serkeftinê ji bo wî xwest û hemû piştgîriyeke aliyên peywendîdarên Herêma Kurdistanê ya ji bo serxistina erkê wî dûpat kir.

Peyama Serok Barzanî ya bi helkefta serê sala koçî

THURSDAY, 26 JUNE 2025 17:06:38

Hewlêr-KDP.info: Bi minasibeta hatina serê sala nû ya Koçî, Serok Barzanî îro (Pêncşem, 26.06.2025) peyamek parve kir.

Nêçîrvan Barzanî sala nû ya koçî pîroz kir

THURSDAY, 26 JUNE 2025 11:06:57

Hewlêr-KDP.info: Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî sala nû ya koçî li Misilmanan pîroz kir.



 
© 2023 Kurdistan Democratic Party, KDP

Contact