Kurdî  ■  كوردی  ■  عربي
WED, 23 SEP 2026 06:14 Erbil, GMT +3
Partiya Dîmukrat a Kurdistanê
Azadî  .  Dîmukrasî  .  Dadperwerî
 

Mesrûr Barzanî pêşwazî li şandeke Encûmena Nûneran a Iraqê kir
| KDP.info


Hewlêr-KDP.info: îro Pêncşemê, 10ê Îlona 2026ê,  Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî pêşwazî li şandeke Encûmena Nûneran a Iraqê kir.

Di wê hevdîtinê de, Serokê Encûmena Nûneran li ser navê wê şandê hevxemiya xwe bo koça dawiyê ya Xudêjêrazî Ebdulwahid Barzanî ji Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê re diyar kir û sersaxî ji wî re xwest.

Her du alî li ser giringiya parastina ewlehî, aramî û cîgirya Îraq û Herêma Kurdistanê hevnerîn bûn.

Herwesa eynî dîtinê li ser zêdetir pêşxistina harîkarî û hevahengiya di navbera hêz û aliyên siyasî de bo derbazbûna ji asteng û berbestên cihêreng, bi taybetî jî rewşa ewlehî û aborî ya niha ya Îraqê, hebû.

Her du aliyan tekez li ser giringiya piştgirîkirina Hikûmeta Iraqê û Serokwezîr Elî Zeydî bo baştirkirina rewşa darayî û xizmetkirina hemî welatî û pêkhateyan bêyî cudahî kir, û herwesa çareserkirina arêşeyên ligel Herêma Kurdistanê li ser bingehê destûrî û rêzgirtina li qewareya destûrî ya Herêma Kurdistanê.

Di pareke dî ya wê civînê de, danûstandin li ser amadekariyên danana reşnivîsa projeqanûna budceya federal bo sala 2027ê hatin kirin. Di vî warî de, Serokê Encûmena Nûneran piştrastî da ku budce dê bi rengekê dadperwerane bête amadekirin û mafên destûrî yên Herêma Kurdistanê û hemî pêkhateyan dê parastî bin.




Nûçeyên din

Serok Barzanî pêşwaziyê li şandeke Senatoya Fransî kir

TUESDAY, 22 SEPTEMBER 2026 19:09:36

Hewlêr-KDP.info: Roja Sêşemê 22ê Îlona 2026an li Pîrmamê Serok Mesûd Barzanî pêşwaziyê li şandeke Senatoya Fransî kir ku ji rêzdar Rémi Féraud senatorê herêma Parîsê û rêzdar Olivier Bitz senatorê herêma Orne pêk hatibû.

Serokê Herêma Kurdistanê: Yekxistina Pêşmerge, destpêka qonaxeke nû ye

MONDAY, 21 SEPTEMBER 2026 16:09:06

Hewlêr-KDP.info: Berî nîvroya îro Duşem 21/09/2026, bi amadebûna rêzdar Nêçîrvan Barzanî, Serokê Herêma Kurdistanê û her yek ji rêzdaran Mesrûr Barzanî, Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê, Qubad Talebanî, Cîgirê Serokê Hikûmetê, Ferîqê Yekem Rukin Ebdulemîr El-Şemmerî, Rêveberê Nivîsîngeha Fermandariya Giştî ya Hêzên Çekdar ên Iraqê û Wezîrê Karûbarên Pêşmerge û hejmarek ji fermandeyên Pêşmerge û nûnerên welatên biyanî li Herêma Kurdistanê, li Serokayetiya Herêma Kurdistanê rêwresma ragihandina yekxistina hêza Pêşmerge bi rê ve çû.

 

Peyama Serok Barzanî ji bo salvegera damezrandina Yekîtiya Zanayên Ola Îslamî ya Kurdistanê

MONDAY, 21 SEPTEMBER 2026 14:09:51

Hewlêr-KDP.info: îro 21ê Îlona 2026an,  Serok Mesûd Barzanî bi helkefta 56emîn salvegera damezrandina Yekîtiya Zanayên Ola Îslamî ya Kurdistanê peyameke pîrozbahiyê belav kir û rola dîrokî ya mamosteyên olî di xebat û şoreşa gelê Kurdistanê de bilind nirxand.

 
Mesrûr Barzanî: Îro ji bo Kurdistan û Pêşmerge rojeke dîrokî ye

MONDAY, 21 SEPTEMBER 2026 13:09:42

Hewlêr-KDP.info: îro 21ê Îlona 2026an,  Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, di merasîma fermî ya ragihandina yekxistina Hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê de gotarek pêşkêş kir û tekez kir ku îro rojeke dîrokî ye û soza ku dane miletê kurd, bi serkeftî bicih hatiye.

 
Serokê Herêma Kurdistanê pîrozbahiyê li Yekîtiya Zanayên Ola Îslamî ya Kurdistanê kir

MONDAY, 21 SEPTEMBER 2026 13:09:20

Hewlêr-KDP.info: Nêçîrvan Barzanî, Serokê Herêma Kurdistanê bi helkefta 56emîn salvegera damezrandina Yekîtiya Zanayên Ola Îslamî ya Kurdistanê peyameke pîrozbahiyê belav kir:

 


 
© 2023 Kurdistan Democratic Party, KDP

Contact