Hewlêr-KDP.info: Îro duşemê, 7ê Îlona 2026an, Serokê Herêma Kurdistanê Neçîrvan Barzanî pêşwazî li Serokê Tevgera Hîkme ya Neteweyî Ammar El-Hekîm û şandeke pê re kir.
Di hevdîtinekê de, rewşa giştî ya Iraq û Herêma Kurdistanê hat gotûbêjkirin û her du aliyan tekezî li ser girîngiya berdewamiya karkirinê bo pêşxistina peywendiyên navbera Hewlêr û Bexdayê û çareserkirina kêşeyên hilawistî bi rêya diyalog û jihevtêgihiştinê kirin. Her wiha piştgiriya xwe bo hikûmeta federal di pênava serxistina erk û bernameya wê de dûpat kirin.
Rewşa herêmê û geşedanên dawî û encamên wan, tewereke din a hevdîtinê bû û dîtin û ramanên xwe li ser wan guhertin.