Hewlêr-KDP.info: Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, bi helkefta salvegera jidayikbûna Pêxemberê Îslamê Mihemed (silavên Xwedê lê bin), peyameke pîrozbahiyê pêşkêşî hemû misilmanên Kurdistan û cîhanê kir.
Serokwezîr Mesrûr Barzanî di peyama xwe de got: “Bi helkefta salvegera jidayikbûna Pêxemberê Îslamê Hezretî Mihemed (Silavên Xwedê lê bin), pîrozbahiyên xwe yên herî germ pêşkêşî hemû misilmanên Kurdistan û cîhanê dikim.”
Herwiha Mesrûr Barzanî got jî: “Hêvîdar im ku salvegera jidayikbûna Pêxember (Silavên Xwedê lê bin) bibe sedema kûrkirina zêdetir a çanda pêkvejiyana aştiyane ya di navbera pêkhateyên cuda yên Kurdistanê de, û bibe sedema biratî, aştî û tebayiya di navbera gelên cîhanê de.”