Hewlêr-KDP.info: Sekretaryeta Serok Barzanî, di peyameke fermî de, bi helkefta derbasbûna heştê salan li ser damezirandina Partiya Demokrat a Kurdistanê û salvegera ji dayikbûna Serok Mesûd Barzanî, sipasî û pêzanîn arasteyî xelkê Kurdistanê, serkirde û aliyên siyasî, kesayetiyên olî û civakî, û dîplomatkarên navxwe û derve kir ku bi rêya peyam û peywendiyên xwe pîrozbahî araste kiribûn.
Deqê sipasnameya Sekretaryeta Serok Barzanî:
Bi helkefta derbasbûna heştê salan li ser damezirandina Partiya Demokrat a Kurdistanê, tevî pîrozbahiyên me bo xelkê Kurdistanê, gelek sipasiya hemû wan kesayetî û aliyên siyasî yên Herêma Kurdistanê, Îraqê, parçeyên din ên Kurdistanê û herwiha kesayetiyên olî, dostên biyanî û dîplomatkaran, pêkhateyên olî û neteweyî û kesayetiyên civakî û serok eşîrên Îraq û Kurdistanê, rêxistinên civaka medenî û akademîsyen, rewşenbîr û nivîskaran, ragihandin û medyakaran û temamiya wan xoşdiviyan dikîn, çi li navxweya Kurdistanê û çi li derveyî Kurdistanê û Îraqê û welatên din, ku bi rêya hinartina peyam û peywendiyên telefonî û ragehandin û gotar û nivîsînan de, bi helkefta salvegera damezirandina Partî û salroja ji dayikbûna Serokî, pîrozbahî arasteyî cenabê Serok Mesûd Barzanî kirine.
Cenabê Serok pêzanîn bo ruhê birayetî û dostayetî û hevsoziya wan heye, hîvîdar e ev helkeft bibe derfeteke nû bo bihêzkirina gîyanê tebayî û birayetiyê û, hewildana hemû aliyan bo parastina berjewendî û behayên bilind ên gelê Kurdistanê.
Hîviya xêr û xoşiyê bo gelê Kurdistanê û hemû Îraqê û aştî û seqamgiriyê bo deverê û cîhanê dixwazin.
Partiya Dîmokratiya Kurdistanê
Skrtariyeta Serok
18ê Tebaxa 2026an