Hewlêr-KDP.info : Baregayê Barzanî di daxuyaniyekê de êrîşên dronî yên li ser Nivîsîngeha Serokwezîrê Herêma Kurdistanê û mala Rêveberê Ajansa Parastinê şermezar kirin û tekez kir ku ew êrîş bizav in ji bo têkdana aramiya Herêma Kurdistanê, û bikaranîna dron û mûşekan arêşeyan çareser nake.
Naveroka Peyama Baregeha Barzanî:
Bi navê Xwedayê Mezin û Dilovan
Em bi tundî êrîşa dronî ya ku berbanga roja Duşemê 17ê Tebaxa 2026an ji wî aliyê sînorê Îranê ve li ser Nivîsîngeha Serokwezîr û cihê hewandinê yê Rêveberê Ajansa Parastinê li Pîrmamê hatiye kirin şermezar dikin.
Herêma Kurdistanê tu carî beşek nebûye ji vî şer û aloziya ku li navçeyê heye û ev cure êrîşên ne rewa yên ku tu hincetekê hilnagirin, hewldan e bo têkdana aramiya Herêma Kurdistanê. Bi piştrastiyê ve bikaranîna dron û mûşekan çareseriya pirsgirêkan nake.
Baregeha Barzanî
17ê Tebaxa 2026