Hewlêr-KDP.info: Desteya Serbixwe ya Mafên Mirovan li Herêma Kurdistanê êrişa dronî ya serê sibeha îro ya li ser Herêma Kurdistanê bi tundî şermezar kir, ku ji sînorên Komara Îslamî ya Îranê ve li ser qezaya Pîrmamê hatibû kirin û nivîsgeha taybet a Serokwezîrê Herêma Kurdistanê û cihê manê yê Rêveberê Ajansa Parastinê kiribû armanc.
Desteya navborî tekez jî kir ku armancgirtina car bi car a deverên avadena û saziyên fermî yên Herêma Kurdistanê bi vî rengî binpêkirineke eşkere û xeter e ji bo serweriya axa Iraq û Herêma Kurdistanê. Her wiha da zanîn jî ku biryardan û kirina van kiryaran binpêkirina hemî pîver û peymannameyên navdewletî û bingehên mafên mirovan û jiyana welatiyan e, ku gefeke cidî li ser aramî û tenahiya deverê çê dike.
Di pareke din a wê daxuyaniyê de hat xuyakirin ku tevî ku bi xêr û xweşî ti zirarên canî di encama wê êrişê de çê nebûne jî, lê parastina ewlehî û jiyana welatiyan mafekî bingehîn e û nabe bi ti hincetan axa Herêma Kurdistanê bibe meydana êriş, hevrikî û peyamên leşkerî.
Di dawiya wê daxuyaniyê de, Desteya Serbixwe ya Mafên Mirovan daxwaz ji Hikûmeta Federalî ya Iraqê û civaka navdewletî kir ku helwesteke ron û cidî hebe ji bo rawestandina van destdirêjî û binpêkirinên berdewam, bizavên cidî bêne kirin ji bo parastina serweriya axê û dabînkirina ewlehî û aramiyê di deverê de.