Ihsan Amêdî
Li 16 Tebaxa sala 1946 Barzaniyê Nemir Partî damezrand û her wê rojê Serok Barzanî jidayik bûye.
Partiya Demokratî ya Kurdistanê bi serokatiya Barzaniyê Nemir û paşê bi serokatiya Serok Mesûd Barzanî yekemîn û take rêxistina siyasiye bi drustahî derbirîn ji maf û armancên neteweyên Kurdistanê kirin û diket, û nûnerayetiya rasteqîneya gelê Kurdistanê diket, û xo li duza wê ya rewa dikete xodan, û xebat û têkoşînê bo diket û gorî û qurbaniyan bo det.
Partî li ser keleporê neteweyî yê Şehîd Şêx Ebdulselamê Barzanî û Şêx Ehmedê Xodanê Barzan û bîroka Mela Mistefayê Barzanî (çî şoreşek bêyî partiyeka rêkxistî û serkirdayetiyeka rasteqîne sernakevît), û sebora wî ya nîştimanperwerî û xebatgêrî di çarçovê programekê guncayî bo xebata rizgarîxwaza Kurdistanê hatiye damezrandin, û dest bi xebat û têkoşînê kiriye.
Û jiber ku damezrênerê Partî Barzanî ye, hemî fermûdên Barzaniyê Nemir û Serok Mesûd Barzanî derbirînê ji rêbaza Partî û Barzanî diken.
Barzaniyê Nemir gelek fermûdên girng û derbir û bi mebest hene, ew derbirînê ji bîroka wî ya neteweyî û nîştimaniya Kurdistanî û rizgarîxwazî diken, her weku di fermûd: (Kurdistan êk parçeye, ew snûrên Kurdistanê jêkcuda diket destkirdin, lewan bi bawer ve dibêjim em destberdarî yek buhust ji axa Kurdistanê nabîn). Mebesta wî Kurdistan êk welate, û jîwarê dabeşkirinê retdiket, û em Kurdistanî rastiyekê dizanîn ew jî Kurdistan welatê kurdan û hevakinciyêt wê ye, û hindî heyîne dê xebatê bo rizgarkirina wê keyn û êk busta welatê xo bo kesê nahêlîn û desta jê bernadeyn, lewan jî dibêjît: (Hîvîdarm bişêm rojekê ji rojan alayê Kurdistanê li cihekê Kurdistanê bilind kem evca ew cih Iraq, Turkiya, Îran bît çi cudahî nîne), û li ser vê bawerê xebat dijî hemî dagîrkerîn Kurdistanê kiriye û dehewara birayîn xo li bakur û rojhelat jî çûye û qurbanî jî dayne, ku armanca wî rizgarkirina Kurdistanê bûye, û daku kurdan jî nasnama xo ya neteweyî hebît. Hewesa dibêjît: (Ya jiyanê pîrozter Kurdistan e), mebesta wî Kurdistan welatekê xoştivî ye û hejî hindê ye mirov xo bo bikete gorî û qurban, û nasnavê şehîdiyê pînavî Kurdistanê wergrît ku ev qurbaniye pîrozter û serfirazter e ji jiyaneka bin dest û serşor. Lewan di fermûd (Mirneka di rêka Kurdistanê da bît hezar jiyan gorî bin), anku jiyan bêyî welatekê azad mirne, lewan bi erk û pîroz dizanît mirov xo bikete qurbanî pênavî welatekê azad û serbexyo. Rastiyeka hey weku rojê ya geş, ew jî eve ku Barzaniyê Nemir hemî jiyana xo pênavî kurd û Kurdistanê terxankir bû, û her li ser wê rêbazê jî li derbederiyê malavahî kir.
Serok Mesûd Barzanî dibêjît: (Kurd neteweyeke, xodan dîrok û cografiya û ziman û roşenbîrî û rewşt û tîtalên xoyên taybet e, û bi hezaransala li ser axa xo dijît, bi dirêjahiya vî maweyî yê pêgîrbûye bi hemî binemayên lêborînê û pêkvejiyanê, cihê serfiraziyê ye rehorîşalên roşenbîriya pêkvejiyanê degel netewe û ûlên dîter dinava kurdan da dikûr û dîrokî ne, dimawê borî da netewa kurd şiyaye xo ji gelek bizavên behjandinê û ji navbirnê rizgarbiket û ber singê her bizaveka bo vê meremê têtekirn bgrît), herwesa Serok Barzanî dibêjît: (Ez bixo li wê rojê ji dayik bûme, li jêr sîbera ala Kurdistanê li Saplağ ji dayik bûme, û hemû deqîqekê jî amademe li jêr sîbera wî alayî û bo wî alayî birm). Û li ser vê rêbazê Serok Barzanî dest bi xebatê kir û Kurdistan ji utonomî bo fîdralizmê û rîfranduma serxobûnê bir.
Li 16 y Tebaxa 1946 Barzaniyê Nemir Partiya Demokratî ya Kurdistanê weku rêkxistineka siyasiya neteweya rizgarîxwaz ya hevçerx damezrand, û hevgirtineka siyasiya Kurdistana Iraqê pêkîna û hîvî û umêdên kurdperweran geşkirn û her zî rêkxistinên xo bi berfrehî çêkirn.
Di peymana millî ya damezrandna Partîda hatiye: (Bi rêka xebata siyasî kardkeyn jibo di drustkirna dewleta hevgirtiya demokratiya Kurdistanê li Iraqê, ku her êk ji wîlayetên Musil û Hewlêr û Kerkûk û Silêmaniyê û Xaneqînê bixove bgrît.
Û di bendê êkê yê programê Partî yê kongreyê êkê da hatiye: Ji armancên siyasî: (Serbexoya tewawa Kurdistanê ku bivan rêkên xwarê dê bi wê armancê gehîn: 1- Xebat pênavî drustkirna dewletek Gevgirtî di Iraqê da binavê dewleta hevgirtiya demokratiya Kurdistanê.
Bivê dîtinê duza Kurdistanê ledef Partî ya zelal bû, û li hemî kongreyên xoda Partî dakukî li ser vê rêbaza neteweyî kiriye, û ptriya milletî xo da degel û bo nûnera rasteqîneya milletî û mafên wî yên rewa.
Li konfransê Baku li sala 1948 Barzaniyê Nemir di fermûd: Ey milletê kurdê mezlûm û fîdakar… em bi şerefa binemayên demokratiya xo û pakiya giyanê xo yê nîştimanperwer soz û peymanan ddeyn ku hevpişkên jiyan û xoşiyê nebîn heta mafên teyên dagîrkirî bo te venegerînîn, drêka rizgarbûna te ji zulm û stema desthellata biyaniyan. Soz û peymanbît ku qazanj û berjewenda xo ya kesokî bkeyne qurbanî berjewendiya giştî ya te, hemî hez û viyanîn xo bikujîn bo derxistin û vejandna merem û armancên te yên bilind. Bo bihêzkirna êketiya nafxoyî û pêşxistna pêşveçûna milletî û netewa kurd.
Partî di çarçûvê rêbaza xo ya neteweyî da li dif barudoxî drûşmên guncayî degel hokarên xoyî û babetî bilindkrine û xebat bo kiriye.
Her ji damezrandnê û dehemî qonaxanda Partî demokratîet bo Iraqê daxwazkriye weku armanceka negur jîgîrkriye, ji wê bawerê çareseriya duza neteweya Kurdistanê bi rêkên demokratî bicehdhêt. Û hemî bizava wê ya siyasî û çekdarî û cemawerî û medyayî û dplomasî jibo mafên kurd û Kurdistanê bû, û her mafekê neteweyî jî bo Kurdistanê bû.
Li 11 Eylûla 1961 şoreşa Eylûla nîştimanî bi serokatiya Barzaniyê Nemir drûşmê demokratî bo Iraqê û utonomî bo Kurdistanê bilindkir bû, heta li rêkeftna 11 y Adara 1970 hikumeta Iraqê danpêdan bi mafîn neteweyên Kurdistanê û utonomî bo Kurdistanê krî, û piştî paşgezbûna rjêma Iraqê ji rêkkeftnê û helngftna 6 y Adara 1975 ê, careka dî Partî li 26 Gulana 1976 ê şoreşa Gulanê dirêjî da şoreşa çekdarî li jêr drûşmê demokratî bo Iraqê û utonomiyê rasteqîne bo Kurdistanê, û piştî serheldanê li 4 ê Çriya Êka sala 1992 ê Serok Barzanî pişniyara fîdralî bo Kurdistanê kir, û perlemanê Kurdistanê fîdraliyet pesend kir û ragehand, û li şerê azadiya Iraqê li 2003 Serok Barzanî dakukî li ser demokratîkkirn, fîdralîkkirn û destûrîkkirna Iraq_a nuy kir, û pesend kir. Û piştî şerê tîroristên Daişê, û li ser pişniyara Serok Barzanî li 25 Eylûla 2017 ê rîfranduma sebebxoya Kurdistanê hatekirn û xelkê herêma Kurdistanê birêjeya hera bilind pesend kir.
Ya pêtviye bzanîn berî damezrandna Partî navê Kurdistanê di hemî nivîsîn fermî û gutogeyanda yê qedexekirî bû, û Partî yekemîn partî bo navê Partî û armancên wê yên netewayetî bi zelalî li ser navê Kurdistanê jîgîrket û nîşa bdet û karî bo bket û bdete qebîlkirn, û Kurdistanê bi welatê kurdan bi fermî bdete niyasîn û jîgîrkirn, û binavê Kurdistanê gutogû û danûstandn û rêkeftnan bket.
Eveye rêbaza Partî û Barzanî ji damezrandnê û heta nuke armanca wî mafên neteweyên gelê Kurdistanê ye, û dê hera berdewam bît.
Li kongreyî çardê li 3-6 Çriya Duê 2022, ewê li bajêrê Duhokê hatiye bestn, Partî li bendê êkî yê programê bivî rengî xo pînasêkriye: (Partiya Demokratî ya Kurdistanê partiyeka demokratiya nîştimaniya cemawerî ye, bawerî bi mafên mirovî, dadperweriya civakî, geşedana dirêjxayen, teedudiya siyasî û neteweyî û ayînî û roşenbîrî, pêkvejiyana aştiyane, azadiyan û wekheviyê, û mafî çarenivîsê neteweya kurd û gelê Kurdistanê bi rêkîn medenî û demokratî heye, û piştbestn bi rêbaz û keleporê Barzaniyi Nemir xebatê diket û sûdî ji seborîn gelên dî dibînît).
Û armancên Partî yên neteweyî li bendê çarê yê programî bivî rengî diyarkrine:
Êkem: Bicehînana mafê çarenivîsê netewa kurd û gelê Kurdistanê bi rêkên xebata aştiyane û demokratî.
Duwem: Piştevaniya duzîn rewayîn kurdan li parçeyîn dî yên Kurdistanê jiboona bicehînan û dabînkirna mafên wanîn neteweyî û nîştimanî bi rêkên xebata aştiyane û demokratî.
Yê bivêt Partî baş bniyasît divêt pertuka Serok Barzanî (Barzanî û Bizava Rizgarîxwaza Kurdî) bi hemî bergên wîve, û mêjûuya Partiya Demokratî ya Kurdistanê, û peyrew û programên hemî kongreyîn wê bixuynît, da bzanît Partî çend hêzeka siyasî û civakî û neteweya mezin û dilsuz û pêgîr û serfiraz e.
Pîrozbît 80 saliya damezrandna Partî li hemî partiyan û pêşmergeyan û kurdperweran.
Bijî Partî û serkeftî bît xebata wê bi serokatiya cenabê rêzdar Serok Mesûd Barzanî.
Nemirî bo şehîdan û ser karwanê wan Barzaniyê Nemir û Îdrîsê Janemerg.