Hewlêr-KDP.info: îro 15ê Tebaxê, Serok Mesûd Barzanî pêşwazî li Şêwirmendê Asayişa Nîştimanî yê Iraqê Qasim Ebûdî û şandeya pê re kir.
di hevdîtinê de derbarê rewş û pêşhatên herî dawî yên ewlehî û siyasî yên herêmê de nêrîn hatin pevguhartin.
Di civînê de bal hate kişandin ser hevahengiya navbera Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Federal a Iraqê di warê dabînkirina aramiyê û rûbirûbûna eger û gefan de.