Kurdî  ■  كوردی  ■  عربي
THU, 20 AUG 2026 17:01 Erbil, GMT +3
Partiya Dîmukrat a Kurdistanê
Azadî  .  Dîmukrasî  .  Dadperwerî
 

Gotara Mesrûr Barzanî di salvegera komkujiya Êzidiyan de
| KDP.info


Hewlêr-KDP.info: îro (Duşem, 3ê Tebaxa 2026ê) , Bi amadebûna Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî merasîmeke girêdayî salvegera 12ê ya jenosîda Êzidiyan û komkujiya Şingalê bi rêve diçe.

Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî jî di nav wê merasîmê de gotarek pêşkêş kir, ev jî naveroka gotara wî ye:

Bi navê Xudayê Mezin û Dilovan

Amadebûyên rêzdar û giranbiha,

Hûn hemî bi xêr hatin, ser seran û ser çavan.

Ez spasiya amadebûna we ya giring dikim, ez spasiya amadebûna Mîr Hazim Tehsîn Beg, cenabê Babê Şêx, cenabê Patrîark, nûnerê rêzdar Elî Zeydî, cenabê Dr. Fuad, konsul û hemî amadebûyên hêja dikim.

Îro em salvegera 12ê ya jenosîda xûşk û birayên xwe yên Êzîdî bi bîr tînin, ku li ser destê terorîstên DAIŞê mezintirîn tawan li dijî xûşk û birayên me yên Êzîdî hat kirin. Tawanek ku wijdana hemî mirovahiyê hejand; ne tenê li Kurdistanê, lê li dervayî Kurdistanê û li seranserî cîhanê jî.

Di wê roja ku ev tawan hat kirin de, cenabê Serok Barzanî soz da ku divê em tola vê tawanê hilînin û divê em Şingalê careke din ji destê van terorîst û xêrnexwazan azad bikin.

100 rojan piştî wê sozê, ez di xizmeta cenabê Serok de bûm û em gihîştin ser kopîtka Çiyayê Şingalê; Çiyayê Şingalê, bajarê Şingalê û hemî dever ji destê wan tawanbaran hatin rizgarkirin. Bi sedan Pêşmergeyan xwîna xwe pêşkêş kir û bûn qurbanî. Ez bi xwe şahidê qurbanîdana wan Pêşmergeyên qehreman bûm, daku şeref û kerameta xûşk û birayên me yên Êzîdî bê parastin û ev tolhildan ji dijmin û terorîstan bê kirin.

Bi serbilindî ve em di xizmeta cenabê Serok de gihîştin Şingalê û ew dever bi giştî hat rizgarkirin, lê ev tawan nayê jibîrkirin. Bi hezaran xûşk û birayên me yên Êzîdî bûn qurbaniyên vê jenosîdê; gelek ji wan hatin girtin û dîlkirin, gelek jî hatin komkujkirin.

Ji wê rojê heta îro, kabîneya hikûmetê berdewam di şopandinê de bûye, daku li wan qurbaniyan bigere. Heta niha zêdetirî 3500 xûşkên me yên Êzîdî hatine dîtin û ji destê wan tawanbaran hatine rizgarkirin, lê hîn jî zêdetirî 2700 kesan mane û nehatine dîtin. Hêviya me ew e ku her kesê bixwaze alîkariya me bike, em bikaribin bi hev re wan bibînin û rizgar bikin.

Di cihê xwe de ye ku ez spasiya Hevpeymanan bikim, ji bo wê alîkarî û piştgiriya ku di şikandina terorîstên DAIŞê de pêşkêşî me kir, û ji bo hevkariya wan daku em zêdetir xizmeta xûşk û birayên xwe yên Êzîdî yên aware bikin, yên ku cih û warên xwe hêlan û hatin Kurdistanê, ku gelek ji wan jî ji dervayî Herêmê çûn welatên Ewropayê.

Hemîyan dergehên xwe ji bo van xûşk û birayan vekirin. Rast e tu derek wekî mal û axa mirov nabe, lê di cihê xwe de ye ku ez spasiya hemî wan dewlet û rêxistinên sivîl bikim ên ku alîkariya me kir, û bi taybetî ez spasiya xelkê Kurdistanê dikim ku hemîyan dergehên xwe ji bo van xûşk û birayan vekirin.

Mixabin hîn jî zêdetirî 20 hezar malbatên aware yên Êzîdî di nav kempan de dijîn. Herçend e îro di welatê xwe de aware ne, lê gava mirov ne li ser mal û halê xwe be, bi tenêtiyê jiyan zehmettir dibe. Hêviya me ew e ku em rojekê bikaribin van mirovan bi serbilindî vegerînin ser cih û warên wan; bo Şingalê û bo hemî gund û deverên ku neçar bûn jê bar bikin.

Em spasiya desthilatdarên hikûmeta Iraqê jî dikin, ji bo hevkariya wan di dîtina gorên bikom de û hevahengiya wan ligel Hikûmeta Herêma Kurdistanê ji bo veguhastina termên qurbaniyan bo cihên wan. Lê hîn jî daxwazên me hene; daxwazên me ew in ku Hikûmeta Federal alîkar be daku rewşa Şingalê careke din asayî bibe, xelkê Şingalê bi serbilindî vegere cihên xwe, û ewlekarî û birêvebirina îdareya Şingalê jî ji bo xelkê Şingalê vegere.

Ev daxwaza me ji Hikûmeta Federal heye û Hikûmeta Herêmê jî dê berdewam be daku careke din hem Şingal û hem derdora Şingalê bên avadankirin. Me di dema xwe de ligel Neteweyên Yekbûyî û bi taybetî ligel tîma "UNITAD"ê gelek bizav kir daku dadgeheke taybet bi tawanên DAIŞê bê avakirin, ji bo dadgehkirina wan kesên ku ev tawan li dijî xûşk û birayên me yên Êzîdî kiriye, lê mixabin hikûmeta berê hevkariya me nekir. Hêviya me Ew e ku rojekê ev dadgeh bê damezirandin û her kesê destê wî di vê tawanê de hebe bigihe cezayê xwe.

Daxwaza me ji civaka navdewletî jî ew e ku heta wê asta ku gengaz be ji bo kêmkirina êş û azarên qurbaniyên destê terorê alîkar bin, bi taybetî xûşk û birayên me yên Êzîdî. Tiştê ji destê me hatibe me kiriye û em dê berdewam jî bin, bi taybetî ji bo wan xûşk û birayên ku hatine rizgarkirin; ji bo wan xûşkên hatine dîtin û rizgarkirin, li ser navê Hikûmeta Herêmê me navendeke çareseriyê ji bo wan vekiriye daku azarên wan bên kêmkirin.

Herçend e ev tişt li beranberî wê hemî zirar, xedr û zilmê ne tiştek e, lê heta ji destê me bê em amade ne û dê berdewam bin. Ew xwendevanên ku xwestine li zanîngehê xwendina xwe berdewam bikin, me bûrsên xwendinê (zemale) ji bo wan dabîn kirine û niha gelek ji wan zanîngeh qedandiye û cihê wan diyar e.

Ez careke din dibêjim: Divê em hemî bi hev re kar bikin daku ev tawan dubare nebe; ne li dijî xûşk û birayên me yên Êzîdî, ne li dijî xûşk û birayên me yên Krîstiyan, û ne jî li dijî xûşk û birayên me yên Misilmman. Teror ne dînî dinase û ne jî neteweyê; teror li dijî mirovahiyê ye. Ji ber wê, alîkarî û piştgiriya hemîyan pêdivî ye daku em bi hev re kar bikin ku teror careke din li Iraqê serê xwe hilnede. Yek ji rêyên rêgirtina li serhildana terorê ew e ku dadperwerî hebe, wekhevî hebe, û rêz li mafên hemî dîn û neteweyan bê girtin.

Em wek Hikûmeta Herêmê, bi hevkariya hemî dostên xwe û bi taybetî li ser asta Hikûmeta Federal jî dê berdewam bin, daku careke din tundûtîjî venegere vî welatî. Gelê me westiyaye, pêdiviya me bi aramiyê heye, pêdiviya me bi pêşketinê heye, pêdiviya me bi wê heye ku zarokên me piştrast bin ku paşerojeke geştir li benda wan e. Divê em tirsa kuştin, girtin û revandinê di welatê xwe de nehêlin. Em daxwazê ji hemî dostên xwe dikin ku destê xwe bidin destê me daku alîkar bin û em vê metirsiyê û van tawanan bi dawî bînin.

Careke din ez daxwaz ji Hikûmeta Federal dikim ku ji bo bicihanîna Peymana Şingalê alîkar be, daku hemî xelkê me bi serbilindî vegere bajar û gundên xwe, jiyana wan bê dabînkirin û li beranberî van hemî tawanên neheq ên ku li dijî wan hatine kirin, bê qerebûkirin.

Careke din ez spasiya amadebûna we hemîyan dikim. Bîranîna vê tawan û jenosîdê divê ne tenê merasîmek be ji bo rojekê, belku divê bibe sozek daku em hemî bi hev re xebat û tekoşînê bikin, bi hev re kar bikin daku van hemîyan bi dawî bînin û jiyaneke serbilind ji bo xûşk û birayên xwe yên Êzîdî û hemî xelkê Kurdistan û Iraqê vegerînin.

Careke din ez spasiya amadebûna we hemîyan dikim, her serbilind û serkeftî bin, û Kurdistana me jî her ava be.




Nûçeyên din

Sipasnameya Sekretaryeta Serok Barzanî

WEDNESDAY, 19 AUGUST 2026 13:08:34

Hewlêr-KDP.info: Sekretaryeta Serok Barzanî, di peyameke fermî de, bi helkefta derbasbûna heştê salan li ser damezirandina Partiya Demokrat a Kurdistanê û salvegera ji dayikbûna Serok Mesûd Barzanî, sipasî û pêzanîn arasteyî xelkê Kurdistanê, serkirde û aliyên siyasî, kesayetiyên olî û civakî, û dîplomatkarên navxwe û derve kir ku bi rêya peyam û peywendiyên xwe pîrozbahî araste kiribûn.

 
Mesrûr Barzanî rewşa parêzgeha Silêmaniyê ligel Parêzgar nîqaş dike

WEDNESDAY, 19 AUGUST 2026 09:08:18

Hewlêr-KDP.info: îro 18ê Tebaxa 2026ê Ji bo şopandina bûyerên nexwestî yên agirberbûnê yên şeva borî û îro yên li bajêrê Silêmaniyê, Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, di peywendiyeke telefonî de li gel Parêzgarê Silêmaniyê Heval Ebûbekir rewşa Silêmaniyê pirsî.

 
Elî Zeydî: Êrişên li ser Iraq û Herêma Kurdistanê bi ti awayî nayên qebûlkirin

TUESDAY, 18 AUGUST 2026 15:08:43

Hewlêr-KDP.info: îro 18ê Tebaxa 2026an, Serokwezîrê Iraqê Elî Falih Zeydî, peywendiyeke telefonî ligel Serokwezîr Mesrûr Barzanî pêk anî. Di peywendiyê de, Serokwezîrê Federal êrişa dronî ya ku duh li ser ofîsa taybet a Serokwezîrê Herêmê û cihê mayîna Rêveberê Ajansa Parastinê hatibû kirin, şermezar kir.

Nêçîrvan Barzanî: êrişa li ser Nivîsîngeha Serokwezîr pêşveçûneke metirsîdar e

MONDAY, 17 AUGUST 2026 17:08:28

Hewlêr-KDP.info: îro Duşemê, 17ê Tebaxa 2026ê, Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, di daxuyaniyekê de êrişên serê sibeha îro, ku Nivîsgeha Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî û cihê manê yê Rêveberê Ajansa Parastinê kiribûn armanc, bi tundî şermezar kirin.

Daxuyaniyek ji Baregeha Barzanî

MONDAY, 17 AUGUST 2026 15:08:46

Hewlêr-KDP.info : Baregayê Barzanî di daxuyaniyekê de êrîşên dronî yên li ser Nivîsîngeha Serokwezîrê Herêma Kurdistanê û mala Rêveberê Ajansa Parastinê şermezar kirin û tekez kir ku ew êrîş bizav in ji bo têkdana aramiya Herêma Kurdistanê, û bikaranîna dron û mûşekan arêşeyan çareser nake.

 



 
© 2023 Kurdistan Democratic Party, KDP

Contact