Hewlêr-KDP.info : Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî di peyamekê de cejna Çileyê Havînê li Êzidiyan pîroz dike.
Naveroka Peyama Serok Barzanî:
Bi navê Xwedayê mezin û dilovan
Bi helkefta Cejna Çileyê Havînê ya xwişk û birayên Êzdî, pîrozbahiyeke germ li Civata Ruhanî, oldar û hemû Êzdiyên Kurdistanê û cîhanê dikim.
Hêvî dikim xwişk û birayên Êzdî hemû cejn û helkeftên xwe di aramî û tebayiyê de derbas bikin.
Cejna we pîroz be û bimînin di xêr û xweşiyê de.
Mesûd Barzanî
2'yê Tebaxa 2026