Kurdî  ■  كوردی  ■  عربي
THU, 20 AUG 2026 17:02 Erbil, GMT +3
Partiya Dîmukrat a Kurdistanê
Azadî  .  Dîmukrasî  .  Dadperwerî
 

Mesrûr Barzanî: Ez gelek gelek piştrast im ku paşerojeka ronîtir û geştir li bendî gelê me ye.
| KDP.info


 Hewlêr-KDP.info : îro (Duşem, 27ê Tîrmeha 2026ê) ،Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî di konferanseke rojnamevaniyê de bi hûrî bal kişand ser rewşa siyasî û aborî ya deverê, herwesa behsa arêşeyên mûçeyan, pêkanîna kabîneya nû, sîstema bacê, elektrîkê û sedemên giranbûna bihayê benzînê kir û peyama xwe arasteyî aliyên navxweyî û Bexdayê jî kir.

Serokwezîr Mesrûr Barzanî di gotarekê de li ser pêşveçûnên dawiyê yên siyasî, aborî û ewlehiyê rênîşanderên giring eşkere kirin û ragihand ku girjî û aloziyên deverê bi dawî nehatine û tirs û fikar bo hemî aliyan çê kiriye, lê Herêma Kurdistanê ligel çareseriya aştiyane û bidawîhatina aloziyan e.

Serokwezîr Mesrûr Barzanî ragihand: “Herêma Kurdistanê ne pareka wan girjî û aloziyan e yên ku li deverê hene, belkî berdewam ligel çareseriya aştiyane ya hemî arêşeyan e.” Herwesa got: “Tevî ku em parek ji wan girjî û aloziyan nînin jî, rojane êrîşî me tê kirin.”

Mesrûr Barzanî da zanîn ku Herêma Kurdistanê ti demekê parek ji aloziyên deverê nebûye, lê mixabin rojane bi dron û mûşekan êrîşî ser wê tê kirin. Wî aşkere jî kir ku parek ji wan dronên di çend rojên borî de arasteyî Herêma Kurdistanê hatibûn kirin ji Mûsilê ve hatibûn avêtin. Serokwezîr herwesa got: "Me daxwaz kiriye ku sîstema berevaniya asmanî ji bo Herêma Kurdistanê bê dabînkirin, lê mixabin heta niha ew sîstem bo me nehatiye dabînkirin."

Li ser rewşa navxweyî ya aliyên siyasî jî, Serokwezîr daxwaz ji partiyan kir ku Parlamentoya Kurdistanê çalak bikin û pêngavan ber bi pêkanîna hikûmeta nû ve biavêjin. Wî destnîşan jî kir ku heta niha dema civîna di navbera PDK û YNKê de nehatiye diyarkirin, lê ew wekî PDK ji îro ve amade ne ligel her aliyekî bicivin.

Li ser peywendiyên ligel hikûmeta federal, Mesrûr Barzanî diyar kir ku ji aliyê siyasî û ewlehî ve hevahengiyeka wan a baş ligel Bexdayê heye. Wî tekez kir ku Herêma Kurdistanê hemî pabendiyên xwe yên li beranberî hikûmeta federal li ser mûçeyan bi cih anîne, lê ji ber ku rewşa deverê bûye sedema kêmbûna dahata navxwe, ew daxwaz dikin ku Bexda pêdaçûnê di biryara berê ya radestkirina 120 milyar dînaran de bike.

Serokwezîr amaje bi girtina Tengava Hurmizê jî kir ku qeyraneka aborî li deverê çê kiriye û dahata hikûmeta Iraqê jî gelek kêm kiriye, ku berê rojane 4 milyon bermîl hinarde dikirin lê niha rêjeyeka gelek kêmtir e.

Wî herwesa got: "Tevî vê yekê jî, dabînkirina mûçeyan li ser milên hikûmeta federal e û em amade ne ku hemî hevkariyan ji bo hikûmeta Serokwezîrê Iraqê Elî Zeydî bikin ji bo dîtina çareseriyan." Wî anî ziman jî ku li gorî zanyarên wî, hikûmeta nû ya Iraqê bi serokatiya Elî Zeydî niyeta çareserkirina arêşeyên navbera Hewlêr û Bexdayê heye.

Di pişka xizmetkariyê de, Serokwezîrê Herêma Kurdistanê mizgînî da welatiyan û ragihand: "Em elektrîka 24 saetî ji bo hemî xelkê Herêma Kurdistanê dabîn dikin û karên projeya 'Rûnakî'yê gelek baş bi rê ve diçin." Wî da zanîn jî ku rawestandina karên kompanyaya "Dana Gas"ê li zeviya Kormorê bûye sedema kêmbûna berhemhatina gaz û elektrîkê, lê di rojên bê de dê ji bo zêdekirina berhemanîna gazê kar bikin.

Li ser nirxê sotemeniyê jî, ku ji ber qeyrana deverê bandor lê bûye, Barzanî eşkere kir ku rojane 50 hezar bermîlên petrolê bo pêdiviyên navxwe tên dabînkirin û wan daxwaz ji Bexdayê kiriye ku 70 hezar bermîlên din jî wekî para Herêmê dabîn bike, daku arêşeya sotemeniyê nemîne. Herwiha da zanîn jî ku wan daxwaz ji Wezareta Çavkaniyên Xwezayî kiriye ku pêdaçûnê di nirxê benzînê de bike û çareseriyeka guncayî ji bo vê arêşeyê bibîne, bi awayekî ku nirxê benzîna normal ji 750 dînarî û ya komêrşal jî ji 850 dînaran derbaz nebe, herwesa çavdêriya nirxê benzîna super û ya baştirkirî jî bê kirin, ji bo rêgirtina li qorxkariyan di berjewendiya xelkê de.

 




Nûçeyên din

Sipasnameya Sekretaryeta Serok Barzanî

WEDNESDAY, 19 AUGUST 2026 13:08:34

Hewlêr-KDP.info: Sekretaryeta Serok Barzanî, di peyameke fermî de, bi helkefta derbasbûna heştê salan li ser damezirandina Partiya Demokrat a Kurdistanê û salvegera ji dayikbûna Serok Mesûd Barzanî, sipasî û pêzanîn arasteyî xelkê Kurdistanê, serkirde û aliyên siyasî, kesayetiyên olî û civakî, û dîplomatkarên navxwe û derve kir ku bi rêya peyam û peywendiyên xwe pîrozbahî araste kiribûn.

 
Mesrûr Barzanî rewşa parêzgeha Silêmaniyê ligel Parêzgar nîqaş dike

WEDNESDAY, 19 AUGUST 2026 09:08:18

Hewlêr-KDP.info: îro 18ê Tebaxa 2026ê Ji bo şopandina bûyerên nexwestî yên agirberbûnê yên şeva borî û îro yên li bajêrê Silêmaniyê, Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, di peywendiyeke telefonî de li gel Parêzgarê Silêmaniyê Heval Ebûbekir rewşa Silêmaniyê pirsî.

 
Elî Zeydî: Êrişên li ser Iraq û Herêma Kurdistanê bi ti awayî nayên qebûlkirin

TUESDAY, 18 AUGUST 2026 15:08:43

Hewlêr-KDP.info: îro 18ê Tebaxa 2026an, Serokwezîrê Iraqê Elî Falih Zeydî, peywendiyeke telefonî ligel Serokwezîr Mesrûr Barzanî pêk anî. Di peywendiyê de, Serokwezîrê Federal êrişa dronî ya ku duh li ser ofîsa taybet a Serokwezîrê Herêmê û cihê mayîna Rêveberê Ajansa Parastinê hatibû kirin, şermezar kir.

Nêçîrvan Barzanî: êrişa li ser Nivîsîngeha Serokwezîr pêşveçûneke metirsîdar e

MONDAY, 17 AUGUST 2026 17:08:28

Hewlêr-KDP.info: îro Duşemê, 17ê Tebaxa 2026ê, Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, di daxuyaniyekê de êrişên serê sibeha îro, ku Nivîsgeha Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî û cihê manê yê Rêveberê Ajansa Parastinê kiribûn armanc, bi tundî şermezar kirin.

Daxuyaniyek ji Baregeha Barzanî

MONDAY, 17 AUGUST 2026 15:08:46

Hewlêr-KDP.info : Baregayê Barzanî di daxuyaniyekê de êrîşên dronî yên li ser Nivîsîngeha Serokwezîrê Herêma Kurdistanê û mala Rêveberê Ajansa Parastinê şermezar kirin û tekez kir ku ew êrîş bizav in ji bo têkdana aramiya Herêma Kurdistanê, û bikaranîna dron û mûşekan arêşeyan çareser nake.

 



 
© 2023 Kurdistan Democratic Party, KDP

Contact