Hewlêr-KDP.info: Serokê Herêma Kurdistanê bi helkefta salvegera damezrandina Komela Dadgeriya Kurdistanê peyamek belav kir û tê de tekezî li ser giringiya yekrêziya nîştîmanî di navbera hêz û aliyên siyasî de kir.
Naveroka Peyama Serokê Herêma Kurdistanê:
Salvegera damezrandina Komela Dadgeriya Kurdistanê, li birêz Mamoste Elî Bapir Serokê Komelê, serkirdayetî, endam û tevahiya cemawerê Komela Dadgeriya Kurdistanê pîroz dikim û hêviya serkeftinê ji bo wan dixwazim.
Di vê salvegerê de, ez tekeziyê li ser girîngiya pêgeha hêz û aliyên siyasî û pêkhatên Kurdistanê dikim ji bo çespandina hevtêgihiştin û yekrêziya niştimanî, bi mebesta parastina berjewendiyên bilind ên gelê me û karkirina bi hev re, da ku em ber bi paşerojeke geştir û aramtir ji bo Kurdistanê hengavan biavêjin.
Nêçîrvan Barzanî
Serokê Herêma Kurdistanê
31/05/2026