Kurdî  ■  كوردی  ■  عربي
FRI, 22 MAY 2026 17:01 Erbil, GMT +3
Partiya Dîmukrat a Kurdistanê
Azadî  .  Dîmukrasî  .  Dadperwerî
 

Bi amadebûna Dr. Salar Osman 'Şeva Wefadariyê' ji bo Beşikçî li Stenbolê birêve çû
| KDP.info


Stenbol-KDP.info: Bi amadebûna berpirsê Beşa Rewşenbîrî û Ragihandinê ya Partiyê û zêdetirî 100 kesayetiyên diyar, (Şeva Wefadariyê ji bo Îsmaîl Beşikçî) li bajarê Stenbolê birêve çû, û  mizgîniya terxankirina erd ji bo Akademiya Beşikçî li Hewlêrê hat ragihandin.

Roja Înê 15.05.2026, bi amadebûna Dr. Salar Osman, berpirsê Beşa Rewşenbîrî û Ragihandinê ya Partiya Demokrat a Kurdistanê û hejmareke zêde ji rewşenbîr, hunermend û sermayedaran, merasîma Şeva Wefadariyê ji bo bîrmendê mezin û dostê dêrîn ê gelê Kurd (Îsmaîl Beşikçî) hat lidarxistin.

Di dema merasîmê de, akademîsyen û nivîskar Îsmaîl Beşikçî bi rêya vîdyoyê bi awayekî zindî beşdar bû û gotarek pêşkêş kir. Beşikçî bi girîngî behsa rola dîrokî ya Serok Barzanî kir û ji ber helwestên wî yên neteweyî, spasî û pêzanînên xwe yên taybet pêşkêşî wî kir.

Di vê merasîmê de, peyama Mesrûr Barzanî, Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê hat xwendin, ku tê de amaje bi girîngiya beşdarî û xebata akademîk a Îsmaîl Beşikçî di têgihîştina rastiyên dîrokî û civakî yên gelê Kurd de kiribû.

Piştre Îbrahîm Gurbuz, serpereştiyarê merasîmê (ku ji aliyê Dezgeha Îsmaîl Beşikçî û Dezgeha Guneştekîn ve hatibû organîzekirin), peyva bi xêrhatinê pêşkêş kir û tevî bilindnirxandina rola Beşikçî, eşkere kir ku ji aliyê Mesrûr Barzanî, Serokwezîrê Herêma Kurdistanê ve, parçeyek erd bi rûberê 10 doniman li Hewlêrê ji bo dezgehê hatiye terxankirin. Gurbuz got jî ku kar berdewam in ji bo avakirina navendeke mezin a perwerdehî û çandî li ser wî erdî bi navê (Akademiya Kurdolojiyê ya Îsmaîl Beşikçî).

Di dawiya şevê de, bi armanca rêzlêgirtina li karên zanistî û helwestên wijdanî yên vî bîrmendî, hunermend Rewşan û Delîl Dîlanar konsereke muzîka klasîk û resen pêşkêş kirin.




Nûçeyên din

Mesrûr Barzanî pêşwaziya qehremanê Kurd Namo Fazil dike

THURSDAY, 21 MAY 2026 21:05:29

Hewlêr-KDP : îro (Pêncşem, 21ê Gulana 2026ê) Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî pêşwaziya qehremanê Kurd Namo Fazil kir.

 
Serokê Herêma Kurdistanê bi Wezîrê Derve yê Îtalyayê re civîya

WEDNESDAY, 20 MAY 2026 00:05:00

Hewlêr-KDP : îro sêşemê 19.05.2026, li Romayê, rêzdar Nêçîrvan Barzanî, Serokê Herêma Kurdistanê, di civînekê de ligel birêz Antonio Tajani, Cîgirê Serokwezîr û Wezîrê Derve û Hevkariya Navdewletî ya Îtalyayê, pêşxistina peywendiyên Herêma Kurdistanê û Iraqê bi Îtalyayê re di warên cuda de gotûbêj kir.

Serokê Herêma Kurdistanê bi Serokkomarê Îtalyayê re civîya

TUESDAY, 19 MAY 2026 20:05:09

Hewlêr-KDP : îro sêşemê 19.05.2026, di çarçoveya seredana xwe ya fermî ya ji bo Romayê de, birêz Nêçîrvan Barzanî, Serokê Herêma Kurdistanê, ji aliyê birêz Sergio Mattarella, Serokkomarê Îtalyayê ve hate pêşwazîkirin û piştre li hev civîyan.

Serokê Herêma Kurdistanê bi Serokwezîrê Vatîkanê re civîya

TUESDAY, 19 MAY 2026 00:05:00

Hewlêr-KDP.info : îro duşemê 18.05.2026, di çarçoveya seredana xwe ya fermî ya ji bo Vatîkanê de, birêz Nêçîrvan Barzanî, Serokê Herêma Kurdistanê, bi birêz Kardînal Pîêtro Parolîn, Serokwezîrê Vatîkanê re civîya.

Mesrûr Barzanî û Selahedîn Behaedîn rewşa giştî ya Kurdistan û navçeyê gotûbêj dikin

MONDAY, 18 MAY 2026 18:05:55

Hewlêr-KDP.info : îro 18ê Gualnê ,Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî pêşwazî li Sekreterê Giştî yê Yekgirtûya Îslamiya Kurdistanê Selahedîn Behaedîn kir.



 
© 2023 Kurdistan Democratic Party, KDP

Contact