Kurdî  ■  كوردی  ■  عربي
SUN, 31 MAY 2026 00:56 Erbil, GMT +3
Partiya Dîmukrat a Kurdistanê
Azadî  .  Dîmukrasî  .  Dadperwerî
 

Serokê Herêma Kurdistanê û Serokwezîrê Raspartî ElZeydî, Pêvajoya Siyasî Gotûbêj Kirin
| KDP.info


Hewlêr-KDP.info: Êvara îro Şemî 02.05.2026 rêzdar Nêçîrvan Barzanî, Serokê Herêma Kurdistanê, pêşwaziya birêz Elî Falih ElZeydî, Serokwezîrê Raspartî yê Iraqê kir, ku bi hevrêtiya şandek ji serkirdeyên Çarçoveya Hemahengiyê serdana Herêma Kurdistanê kirine.

Di civînê de, wan gelek dosyeyên cuda, bi taybetî pirsa pêkanîna hikûmeta nû ya Iraqê, gotûbêj kirin. Di vî warî de her du aliyan tekez li ser girîngiya xurtkirina diyaloga di navbera hêzên siyasî de kirin, bi mebesta avakirina hikûmeteke ku xizmeta hemû pêkhateyên Iraqê bike û rengvedana daxwazên wan de.

Her di civînê de, rêkxistina peywendiyên Hewlêr - Bexdayê û çareserkirina pirsgirêkan di çarçoveya destûr û yasayên cîbicîkirî de hate gotûbêjkirin.




Nûçeyên din

Mesrûr Barzanî Cejna Qurbanê li Misilmanên Kurdistan û cîhanê pîroz kir

TUESDAY, 26 MAY 2026 20:05:59

Hewlêr-KDP.info : îro (Sêşem, 26ê Gulana 2026ê) , Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî bi helkeftina hatina Cejna Qurbanê ya Pîroz peyameke pîrozbahiyê pêşkêşî tevahiya Misilmanên Kurdistan, Iraq û cîhanê kir.

 
Peyama Serokê Herêma Kurdistanê bo Cejna Qurbana Pîroz

TUESDAY, 26 MAY 2026 20:05:40

Hewlêr-KDP.info : Serokê Herêma Kurdistanê bi boneya hatina Cejna Qurbanê peyameke pîrozbahiyê belav kir.

Peyama Serok Barzanî bi boneya Cejna Qurbanê ya Pîroz

TUESDAY, 26 MAY 2026 20:05:55

Hewlêr-KDP.info : Serok Mesûd Barzanî bi boneya hatina Cejna Qurbanê peyameke pîrozbahiyê belav kir, û tê de daxwaz ji tevahiya hêz û aliyên siyasî yên Herêma Kurdistanê kir ku piştî cejnê bi hestê berpirsiyariya nîştimanî bicivin, dev ji duberekiyên bêencam berdin û vê xetimîna siyasî bi dawî bînin.

Serokê Herêma Kurdistanê bi Fermandarê Giştî yê HSDê re civiya

TUESDAY, 26 MAY 2026 14:05:37

Hewlêr-KDP.info :Îro Sêşemê 26.05.2026an, rêzdar Nêçîrvan Barzanî, Serokê Herêma Kurdistanê, pêşwaziyê li birêz Mazlûm Ebdî, Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) kir.

 
Mesrûr Barzanî: Şoreşa Gulanê selimand ku îradeya gelê Kurdistanê ji hemû pîlanan bihêztir e

TUESDAY, 26 MAY 2026 13:05:41

Hewlêr-KDP.info: Cîgirê Serokê Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) Mesrûr Barzanî bi boneya 50 saliya destpêkirina Şoreşa Gulanê peyamek belav kir û tê de ragihand: "Şoreşa Gulanê ne tenê pîlanên dijmin û nehezên Kurdistanê têk birin, lê belê asoyeke nû li pêşiya tevgera rizgarixwaz a gelê Kurdistanê vekir."

 


 
© 2023 Kurdistan Democratic Party, KDP

Contact