Kurdî  ■  كوردی  ■  عربي
FRI, 22 MAY 2026 17:02 Erbil, GMT +3
Partiya Dîmukrat a Kurdistanê
Azadî  .  Dîmukrasî  .  Dadperwerî
 

Peyama Serokê Herêma Kurdistanê di Roja Cîhanî ya Karkeran de
| KDP.info


Hewlêr-KDP.info : Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ji bo 1ê Gulanê Roja Cîhanî ya Karkeran peyamek belav kir.

Naveroka Peyama Serokê Herêma Kurdistanê:

Yekê Gulanê, Roja Cîhanî ya Karkeran, bi germî li hemû karkerên Kurdistan, Iraq û cîhanê û sendîka û rêxistinên wan pîroz dikim. Bi rêz û pêzanîneke zêde li ked û westiyana wan dinêrim ku roleke wan a aktîv a pêvajoya avakirin û geşepêdana welêt heye.

Di vê bîranînê de, careke din em tekeziyê li ser piştevaniya xwe ya tam ji maf û daxwazên rewa yên karkeran re dikin. Herweha jî em tekez dikin ku divê pêgîriya dirust bi yasaya kar ve were kirin û misogerkirina jîngeheke selamet û dadperwerane hebe ku tê de rûmet û mafê her karkerekî parastî be û piştrast bin ku jiyan û debareke hêjayî wan pêk were.

Em canê karkerên ku di dema kar de jiyana xwe hinda kirine, silav dikin. Divê aliyên têkildar erka xwe ya dirust ya çavdêrî û harîkarîkirina malbat û kesûkarên wan û pêşkêşkirina hemû piştevaniyeke pêwîst ji wan re, pêk bînin.

Hêviya bêhnvedaneke aram û serkeftinê ji hemû karkeran re dixwazim. Yekê Gulanê li hemûyan pîroz be.



Nêçîrvan Barzanî
Serokê Herêma Kurdistanê
1ê Gulana 2026an

 

 




Nûçeyên din

Mesrûr Barzanî pêşwaziya qehremanê Kurd Namo Fazil dike

THURSDAY, 21 MAY 2026 21:05:29

Hewlêr-KDP : îro (Pêncşem, 21ê Gulana 2026ê) Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî pêşwaziya qehremanê Kurd Namo Fazil kir.

 
Serokê Herêma Kurdistanê bi Wezîrê Derve yê Îtalyayê re civîya

WEDNESDAY, 20 MAY 2026 00:05:00

Hewlêr-KDP : îro sêşemê 19.05.2026, li Romayê, rêzdar Nêçîrvan Barzanî, Serokê Herêma Kurdistanê, di civînekê de ligel birêz Antonio Tajani, Cîgirê Serokwezîr û Wezîrê Derve û Hevkariya Navdewletî ya Îtalyayê, pêşxistina peywendiyên Herêma Kurdistanê û Iraqê bi Îtalyayê re di warên cuda de gotûbêj kir.

Serokê Herêma Kurdistanê bi Serokkomarê Îtalyayê re civîya

TUESDAY, 19 MAY 2026 20:05:09

Hewlêr-KDP : îro sêşemê 19.05.2026, di çarçoveya seredana xwe ya fermî ya ji bo Romayê de, birêz Nêçîrvan Barzanî, Serokê Herêma Kurdistanê, ji aliyê birêz Sergio Mattarella, Serokkomarê Îtalyayê ve hate pêşwazîkirin û piştre li hev civîyan.

Serokê Herêma Kurdistanê bi Serokwezîrê Vatîkanê re civîya

TUESDAY, 19 MAY 2026 00:05:00

Hewlêr-KDP.info : îro duşemê 18.05.2026, di çarçoveya seredana xwe ya fermî ya ji bo Vatîkanê de, birêz Nêçîrvan Barzanî, Serokê Herêma Kurdistanê, bi birêz Kardînal Pîêtro Parolîn, Serokwezîrê Vatîkanê re civîya.

Mesrûr Barzanî û Selahedîn Behaedîn rewşa giştî ya Kurdistan û navçeyê gotûbêj dikin

MONDAY, 18 MAY 2026 18:05:55

Hewlêr-KDP.info : îro 18ê Gualnê ,Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî pêşwazî li Sekreterê Giştî yê Yekgirtûya Îslamiya Kurdistanê Selahedîn Behaedîn kir.



 
© 2023 Kurdistan Democratic Party, KDP

Contact