Kurdî  ■  كوردی  ■  عربي
TUE, 26 MAY 2026 08:51 Erbil, GMT +3
Partiya Dîmukrat a Kurdistanê
Azadî  .  Dîmukrasî  .  Dadperwerî
 

Serokê Herêma Kurdistanê û Erdoğan civiyan
| KDP.info


Hewlêr-KDP.info: Êvara îro Şemî 18/04/2026, her di berdewamiya bernameya xwe de li Foruma Dîplomasiya Antalyayê, birêz Nêçîrvan Barzanî, Serokê Herêma Kurdistanê, bi birêz Recep Tayyip Erdoğan, Serokomarê Tirkiyeyê re civiya.

Di civînê de, gotûbêjeke fereh li dor bihêzkirina hevkariya Tirkiyeyê bi Iraqê û Herêma Kurdistanê re kirin û li ser rewşa navçeyê، nêrînên xwe li hev guhartin. Herdu aliyan tekez li pêgîriya xwe ya hevbeş ya ji bo pêşêxistina geşepêdanê û parastina aramî û tenahiyê li navçeyê kirin.

Di beşeke din a hevdîtinê de, tekez li ferehkirina asoyên hevkariya hevbeş ya di warên cuda de hate kirin û herdu aliyan dîsa gotin ku diyalog riya herî dirust ya çareserkirina qeyranan û parastina berjewendiyên hevbeş e.

Ji aliyê xwe ve Serok Nêçîrvan Barzanî spasiya Serok Erdoğan kir ji bo serkirdayetî û hewlên wî yên berdewam yên ji bona aramkirina aloziyan û parastina ewlehî û tenahîya navçeyê.

Hin mijarên din ên ji herdu aliyan re girîng, beşeke din a civînê bû.




Nûçeyên din

Serokê Herêma Kurdistanê ligel Balyozê Îtalyayê civiya

MONDAY, 25 MAY 2026 22:05:00

Hewlêr-KDP.info: îro duşemê 25.05.2026an, rêzdar Nêçîrvan Barzanî, Serokê Herêma Kurdistanê, pêşwaziyê li birêz Nicolo Fontana, Balyozê Îtalyayê li Iraqê kir.

Serokê Herêma Kurdistanê destxweşiyê li palewanê navdewletî Namo Fazil kir

MONDAY, 25 MAY 2026 21:05:00

Hewlêr-KDP.info: îro duşemê 25.05.2026an, rêzdar Nêçîrvan Barzanî, Serokê Herêma Kurdistanê, pêşwaziyê li palewanê navdewletî û xortê jêhatî yê kurd Namo Fazil kir ku vê dawiyê serkeftineke mezin di lîstika "Hunerên Cengî yên Têkel" (MMA) de li Amerîkayê bi dest xistibû.

Serok Barzanî pîrozbahî li qehremanê Kurd Badîn Heso kir

MONDAY, 25 MAY 2026 20:05:00

Hewlêr-KDP : îro (Duşem, 25ê Gulana 2026ê) , Serok Mesûd Barzanî li ser hesabê xwe yê tora civakî ya "X"ê peyameke pîrozbahiyê ji bo serkeftina qehremanê Kurd Badîn Heso belav kir, ku navê Kurdistanê di asta cîhanî de bilind kiriye.

 
Mesrûr Barzanî pêşwazî li Mistefa Kazimî kir

MONDAY, 25 MAY 2026 19:05:17

Hewlêr-KDP : îro 25ê Gulana 2026an, Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî pêşwazî li Serokwezîrê berê yê Iraqê Mistefa Kazimî (Mistefa El-Kazimî) kir.

Serokwezîr Mesrûr Barzanî bi Serokê Tevgera Hikme re civiya

SUNDAY, 24 MAY 2026 22:05:14

Hewlêr-KDP : îro 24ê Gulanê , Di çarçoveya dawîn civînên xwe yên li Bexdayê de, Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî , bi Rêberê Tevgera Hikme ya Nîştimanî Emmar Hekîm re civiya.

 


 
© 2023 Kurdistan Democratic Party, KDP

Contact