Hewlêr-KDP.info : îro 14ê Nîsanê , Serokê hikûmeta herêma Kurdistanê. Mesrûr Barzanî bi boneya salvegera operasyonên qirkirinê yên "Enfalê" peyamek belav kir û tê de destnîşan kir, ev karesat bû sedema şehîdbûn û windabûna bi hezaran mirovên bêgunah û xapûrkirina bi hezaran gundên Kurdistanê.
Peyama Serokê hikûmeta herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî:
Pilên reş yên Enfalê yek ji pilên hovane yên qirkirina netewî û genocide bûn ku, ji aliyê rejîmê berê yê Îraqê ve li dijî gelê Kurdistanê hatine pêkanîn û bûne sedema wenda bûn û şehîd bûna hezaran xelkê bêtawan ya Kurdistanê û wêran kirina hezaran gundên Kurdistanê.
Ev genocide û komkujiyên li hember xelkê Kurdistanê hatine kirin, lazime hertim di bîra me de bimînin û nibşên nû yên me bizanin ku, destkeftiyên niha bi hêsanî nehatine bidestxistin û ti kesek jî xêra xwe bi me nekiriye belku, berhema xebat û xwîna hezaran şehîdên serfiraz yên Kurdistanê ne.
Di vê bîranîna han de tekez li ser vê yekê dikin ku, lazime hikûmeta Îraqê berpirsiyartiya xwe ya exlaqî û destûrî cîhbicîh bike û bi awayeke şayîste û hêja qerebûya kesûkar û malbetên ev şehîd û enfalkiriyên Kurdistanê bike.
Di 38mîn salvegera enfalê de silav bo rihê paqêj yê Enfalkiriyan û tevahiya şehîdên Kurdistanê.
Serokê hikûmeta herêma Kurdistanê
Mesrûr Barzanî
14.4.2026