Hewlêr-KDP.info Serok Barzanî tekez dike ku, tu maf û îstîhaqeke destûrî nayê yekalîkirin heta ku pirsa hilbijartina Serokwezîrê Iraqê neyê yekalîkirin.
Serok Barzanî îro (În, 10ê Nîsana 2026ê) li ser tora civakî ya Xê ragihand, “Israra hin aliyên Çarçoveya Hevahengiyê li ser berdewambûna hilbijartina Serokkomar, ku di eynî demê de hinekên din li ser paşxistina hilbijartina Serokwezîr berdewam in, nayê qebûlkirin.”
Serok Barzanî tekez jî kir, “Tu maf û îstîhaqeke destûrî nayê yekalîkirin heta ku ew pirs hevdem neyê çareserkirin, bi awayekî ku hemî alî di rûniştina bê ya Encûmena Nûneran de amade bin.”