Hewlêr-KDP.info : Êvara duhî, Duşemê 06.04.2026, rêzdar Nêçîrvan Barzanî, Serokê Herêma Kurdistanê, peywendiyeke telefoniyê ji birêz Ehmed El-Şera, Serokê Komara Erebî ya Sûriyeyê, wergirt. Herdu aliyan li ser rewşa herêmê û pêşketinên dawî yên şer û encamên wê, danûstandina bîr û ramanan kirin. Di vê derbarê de, wan tekez li ser girîngiya zêdekirina hewlên dîplomasî ji bo rawestandina şer û çareserkirina aştiyane ya pirsgirêkan kirin. Herwiha li ser rewşa Herêma Kurdistanê û Iraqê jî, tekez li ser girîngiya parastina aramî û ewlehiyê kirin. Di vê çarçoveyê de, Serok El-Şera êrîşên ku li dijî Herêma Kurdistanê têne kirin şermezar kir. Rewşa Kurdan û pêkhatan li Sûriyeyê, peywendiyên Sûriyeyê bi Iraqê re, digel çend mijarên din ên girîng û hevbeş, mijareke din a peywendiya telefoniyê bûn.
Hewlêr-KDP.info : Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ji bo 1ê Gulanê Roja Cîhanî ya Karkeran peyamek belav kir.
Ebûzebî -KDP.info: Êvariya îro Çarşemê 2026/4/29, birêz Nêçîrvan Barzanî, Serokê Herêma Kurdistanê, bi serdaneke fermî gihîşte Ebûzebî ya paytexta Îmaratê.
Hewlêr-KDP.info: îro (Çarşem, 29ê Nîsana 2026ê), Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî pêşwazî li Serokê Desteya Heşda Şeibî Falih Feyaz kir.
Hewlêr-KDP.info : Îro Çarşemê 2026/4/29, birêz Nêçîrvan Barzanî, Serokê Herêma Kurdistanê, bi serdaneke fermî ber bi Ebûzebî ya paytexta Îmaratê ve bi rê dikeve.
Hewlêr-KDP.info: îro (Sêşem, 28ê Nîsana 2026ê), Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê , Mesrûr Barzanî li ser hesabê xwe yê fermî yê tora civakî "X"ê ragihand ku, ew bi rêya telefonê ligel Serokwezîrê raspardî yê Iraqê Elî Zeydî axiftiye.
Hewlêr-KDP: Serok Barzanî êrişa li ser hêzên Pêşmergeyan "bi tundî" şermezar kir û ragihand, ew êrişeke dijminane ye û ti hincetê ranagire.
Hewlêr-KDP.info: Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî bi tundî êrîşên mûşekî yên Îranê yên li ser hêzên Pêşmerge şermezar kirin û ev êrîş wekî "destdirêjiyeke dijminane ya rasterast li ser serweriya welat" pênase kir.
Hewlêr-KDP.info: Îro Şemî 21/3/2026an, birêz Nêçîrvan Barzanî, Serokê Herêma Kurdistanê, peyamek pêşkêşî şahiya Newrozê ya Amedê kir. Di peyamê de tevî pîrozkirina Newrozê û sersala nû ya Kurdî, tekezî li ser girîngiya serêxistina aştiyê li Tirkiyê kir.