Hewlêr-KDP.info: Serokwezîrê Herêma Kurdistanê di salvegera jenosîda Kurdên Feylî de, daxwaz ji Bexdayê dike ku berpirsiyariya xwe ya yasayî û destûrî bi cih bîne û ziyandîtiyan qerebû bike..
Naveroka Peyama Serokwezîrê Herêma Kurdistanê:
Di 46mîn salvegera pilên Cengocide kirina Kurdên Feylî de, ku, bûye sedema şehîd kirin, der kirin û wenda kirin û dest bi ser mal û milk û samana bi hezaran Kurdên Feylî de ji aliyê rejîmên berê yên Îraqê ve, bi taybetî rejîma Besê, ev yek dubare dikin ku, lazime hikûmeta federalî, erk û berpirsiyartiya xwe ya qanûnî bigire ser milê xwe û bi awayeke hêja malbet û kesûkarên şehîd û zirarmendên Kurdên Feylî û şehîdên Kîmiyabaran, enfal kirin û tevahiya zirarmendên destê rejîmên berê yên Îraqê qerebû bike.
Di vê bîranîna xemgîn de, serê rêzdariyê bo rihê paqêj yê şehîdên Kurdên Feylî û tevahiya şehîdên Kurdistanê ditewînin.
Serokê hikûmeta herêma Kurdistanê
Mesrûr Barzanî