Kurdî  ■  كوردی  ■  عربي
FRI, 1 MAY 2026 23:46 Erbil, GMT +3
Partiya Dîmukrat a Kurdistanê
Azadî  .  Dîmukrasî  .  Dadperwerî
 

Serokatiya Herêmê: Pêwîst e Bexda erkê xwe yê ji bo parastina nûnertiyên dîplomatîk bicih bîne
| KDP.info


Hewlêr-KDP.info: îro 14ê Adarê, Serokatiya Herêma Kurdistanê bi tundî êrîşa bi dronan a li ser Konsulxaneya Giştî ya Îmaratê ya li Hewlêrê şermezar kir û bang li hikûmeta Iraqê kir ku erkên xwe yên ji bo parastina dîplomatan bîne cih.

Serokatiya Herêma Kurdistanê, di daxuyaniyekê de êrîşa li ser Konsulxaneya Giştî ya Dewleta Îmaratê ya li paytext Hewlêrê şermezar kir, ku di encama vê êrîşê de du karmandên ewlehiyê birîndar bûn û ziyaneke mezin gihîşt avahiya konsulxaneyê.

Serokatiya Herêmê di daxuyaniya xwe de, tevî xwestina şîfaya xêrê ji bo birîndaran, tekez kir ku parastina nûneratî û nîştecîhên dîplomatîk erkê hikûmeta Iraqê ye.

Di daxuyaniyê de hat gotin: "Pêwîst e hikûmeta Iraqê erkên xwe yên ji bo parastina nûneratiyên dîplomatîk cîbicî bike, rê li ber dubarebûna van êrîşan bigire û encamderên wan peyda bike, da ku li gorî yasayan werin cezakirin.




Nûçeyên din

Peyama Serokê Herêma Kurdistanê di Roja Cîhanî ya Karkeran de

FRIDAY, 01 MAY 2026 12:05:58

Hewlêr-KDP.info : Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ji bo 1ê Gulanê Roja Cîhanî ya Karkeran peyamek belav kir.

 
Serokê Herêma Kurdistanê gihîşte Ebûzebî

THURSDAY, 30 APRIL 2026 00:04:12

Ebûzebî -KDP.info: Êvariya îro Çarşemê 2026/4/29, birêz Nêçîrvan Barzanî, Serokê Herêma Kurdistanê, bi serdaneke fermî gihîşte Ebûzebî ya paytexta Îmaratê.

 
 
Mesrûr Barzanî û Falih Feyaz pêşhatên Iraq û deverê nîqaş kirin

THURSDAY, 30 APRIL 2026 00:04:19

Hewlêr-KDP.info: îro (Çarşem, 29ê Nîsana 2026ê), Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî pêşwazî li Serokê Desteya Heşda Şeibî Falih Feyaz kir.

 
Serokê Herêma Kurdistanê bi serdaneke fermî diçe Îmaratê

WEDNESDAY, 29 APRIL 2026 15:04:34

Hewlêr-KDP.info : Îro Çarşemê 2026/4/29, birêz Nêçîrvan Barzanî, Serokê Herêma Kurdistanê, bi serdaneke fermî ber bi Ebûzebî ya paytexta Îmaratê ve bi rê dikeve.

Mesrûr Barzanî pîrozbahiya Elî Zeydî dike

TUESDAY, 28 APRIL 2026 14:04:41

Hewlêr-KDP.info:  îro (Sêşem, 28ê Nîsana 2026ê), Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê , Mesrûr Barzanî li ser hesabê xwe yê fermî yê tora civakî "X"ê ragihand ku, ew bi rêya telefonê ligel Serokwezîrê raspardî yê Iraqê Elî Zeydî axiftiye.



 
© 2023 Kurdistan Democratic Party, KDP

Contact