Kurdî  ■  كوردی  ■  عربي
SAT, 4 APR 2026 16:43 Erbil, GMT +3
Partiya Dîmukrat a Kurdistanê
Azadî  .  Dîmukrasî  .  Dadperwerî
 

Serokê Herêma Kurdistanê û Serokwezîr El-Sûdanî tekez li ser parastina ewlehiyê kirin
| KDP.info


Hewlêr-KDP.info: Êvara îro Înê 06.03.2026, rêzdar Nêçîrvan Barzanî, Serokê Herêma Kurdistanê, peywendiyeke telefoniyê ji birêz Mihemed Şiya El-Sûdanî, Serokwezîrê Iraqê yê Federal wergirt.

Di peywendiyê de, pêşketinên dawî yên li herêmê û encamên wan hatin gotûbêjkirin. Her du aliyan careke din redkirina xwe ya êrîşên li ser bajarên Iraqê û Herêma Kurdistanê dubare kirin û tekez li ser wê yekê kirin ku nabê axa Iraqê bibe çavkaniya gef an êrîşan bo ser welatên cîran. Herwiha piştgiriya xwe ji bo wan hemû pêngavan nîşan dan ku dibin sedema xurtkirina aştî û aramiya li herêmê.

Her du aliyan tekez li ser pêwîstiya rûbirûbûna aloziyan bi rêya yekxistina helwêst û gotara hêzên niştimanî kirin, bi awayekî ku parastina serweriya welat û asayîşa niştimanî bê kirin.

Ji aliyê xwe ve, Serok Nêçîrvan Barzanî tekez li ser wê yekê kir ku Herêma Kurdistanê weke her dem dê faktoreke aramiya herêmê be û piştgiriyê li hemû hewldanên niştimanî yên ji bo dûrxistina Iraqê ji encamên neyînî yên nakokiyên li herêmê de dike.




Nûçeyên din

Peyama Serok Barzanî ji bo Bîranîna Qirkirina Kurdên Feylî

SATURDAY, 04 APRIL 2026 14:04:43

Hewlêr-KDP.info: Serok Barzanî bi boneya salvegera jenosîda Kurdên Feylî peyamek belav kir û ragihand, 4ê Nîsanê rojeke xemgîn e di salnameya gelê Kurdistanê de. Kurdên Feylî di bin desthilata reş a rejîma berê ya Îraqê de gelek êş û dervederî dîtine û ti mafek ji wan re nehatiye naskirin.

Mesrûr Barzanî daxwaza qerebûkirina qurbaniyên destê rejîma Beisê dike

SATURDAY, 04 APRIL 2026 14:04:35

 Hewlêr-KDP.info: Serokwezîrê Herêma Kurdistanê di salvegera jenosîda Kurdên Feylî de, daxwaz ji Bexdayê dike ku berpirsiyariya xwe ya yasayî û destûrî bi cih bîne û ziyandîtiyan qerebû bike..

Peyama Serokê Herêma Kurdistanê ji bo Salvegera Jenosîda Kurdên Feylî

SATURDAY, 04 APRIL 2026 14:04:43

Hewlêr-KDP.info: Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî îro 4ê Nîsanê di salvegera jenosîd Kurdên Feylî de peyamek belav kir û tê de hat: "Di vê bîranînê de em dîsa dibêjin ku divê Hikûmeta Federe ya Iraqê erkê xwe pêk bîne û li gorî biryara Dadgeha Bilind a Tawanan a Iraqê ya ku ev tawan wekî jenosîd nas kiriye, qerebûya madî û manewî ya qurbaniyan û ziyandîtîyan bike û nasname û mal û milkên wan bo wan vegerîne."

Serokê Herêma Kurdistanê Cejna Akîtuyê Pîroz Dike

WEDNESDAY, 01 APRIL 2026 22:04:37

Hewlêr-KDP.info: Nêçîrvan Barzanî Sersala Nû ya Babîlî-Aşûrî û Cejna Ekîtoyê ya Kildan, Aşûrî û Suryaniyên li Îraq, cîhan û Herêma Kurdistanê pîroz kir.

Peyama Pîrozbahiyê ya Serok Barzanî bi Boneya Cejnên Ekîto

WEDNESDAY, 01 APRIL 2026 21:04:37

Hewlêr-KDP.info: Serok Mesûd Barzanî hatina cejnên Akîtoyê li xwişk û birayên Kildanî, Siryanî û Aşûrî yên li Kurdistan, Iraq û seranserê cîhanê pîroz dike.



 
© 2023 Kurdistan Democratic Party, KDP

Contact