Kurdî  ■  كوردی  ■  عربي
FRI, 17 APR 2026 00:08 Erbil, GMT +3
Partiya Dîmukrat a Kurdistanê
Azadî  .  Dîmukrasî  .  Dadperwerî
 

Serokê Herêma Kurdistanê û Mazlûm Ebdî li Mûnîhê civiyan
| KDP.info


Mûnîh-KDP.info: Piştî nîvroya îro Yekşem, 15/02/2026, li Konferansa Ewlekariyê ya Mûnîhê, rêzdar Nêçîrvan Barzanî, Serokê Herêma Kurdistanê, di civînekê de ligel birêz Mazlûm Ebdî, dawîtirîn geşepêdanên siyasî û ewlehiyê yên Sûriyeyê û herêmê û rewşa Kurd û pêkhatên wan li Sûriyeyê gotûbêj kirin.

Serok Nêçîrvan Barzanî tekez li ser girîngiya berdewamiya diyalog û lihevhatinê ji bo çareserkirina siyasî ya pirsgirêkên li Sûriyeyê kir, bi awayekî ku mafên Kurd û hemû pêkhatan di çarçoveya Sûriyeyeke yekgirtî û di destûra paşerojê ya welat de parastî bin.

Ji aliyê xwe ve, birêz Mazlûm Ebdî spas û rûmetên xwe pêşkêşî cenabê Serok Mesûd Barzanî û Serokayetiya Herêma Kurdistanê kir ji bo hewlên wan ên berdewam û rola wan a bibandor di aramkirina rewşê û gihandina Şam û HSD ê bo rêkeftina agirbestê.

Metirsiyên ji nû ve derketina DAIŞ ê û gefên terorê, babeteke din a civînê bû.




Nûçeyên din

Peyama Serokê Herêma Kurdistanê di Salvegera Kîmyabarankirina Balîsan, Şêx Wasanan û Geliyê Xoşnawetiyê de

THURSDAY, 16 APRIL 2026 13:04:00

Hewlêr-KDP.info: Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, bi boneya 39emîn salvegera kîmyabarankirina Balîsan û Şêx Wesanan peyamek weşand.

 
Peyama Serok Barzanî ji bo Salvegera Tawana Kîmyabarankirina Balîsan, Şêx Wesanan û Geliyê Xoşnawetî

THURSDAY, 16 APRIL 2026 13:04:00

Hewlêr-KDP.info: Serok Barzanî di 39emîn salvegera kîmyabarankirina Balîsan û Şêx Wesanan de îro 16ê Nîsanê peyamek weşand û tê de hat ragihand; rejîma berê ya Iraqê tawneke din li dijî gelê Kurd encam da ku ew jî kîmyabarankirina Balîsan, Şêx Wesanan û Dolê Xoşnawetî bû.

 
Mesrûr Barzanî pîrozbahiya Sersalê li Êzîdiyan dike

WEDNESDAY, 15 APRIL 2026 13:04:11

Hewlêr-KDP.info: Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî bi boneya Sersala Êzîdiyan peyameke pîrozbahiyê belav kir û piştgiriya xwe ji bo maf û daxwazên wan dupat kir.

Serok Barzanî Cejna Serê Salê li Êzidiyan pîroz dike

WEDNESDAY, 15 APRIL 2026 13:04:16

Hewlêr-KDP.info: Serok Barzanî Cejna Serê Sala Ola Êzidiyan li Êzidiyên Kurdistanê û cîhanê pîroz dike û hîviya bextewerî û keyfxweşiyê ji wan re dixwaze.

 
Serokê Herêma Kurdistanê sersala Êzidiyan pîroz dike

WEDNESDAY, 15 APRIL 2026 12:04:59

Hewlêr-KDP.info: Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî Cejna Serê Salê ya Kurdên Êzidî pîroz kir û got, “Ez hêvî dikim ev sersal bibe destpêka saleke tijî serkeftin û aramî.”

 


 
© 2023 Kurdistan Democratic Party, KDP

Contact