Kurdî  ■  كوردی  ■  عربي
TUE, 25 AUG 2026 20:52 Erbil, GMT +3
Partiya Dîmukrat a Kurdistanê
Azadî  .  Dîmukrasî  .  Dadperwerî
 

Serokê Herêma Kurdistanê û Birîkara Wezîrê Derve yê Amerîkayê Civiyan
| KDP.info


Mûnîh-KDP.info: Êvara îro Şemî 14/02/2026, di berdewamiya hevdîtinên xwe yên li Konferansa Ewlehiyê ya Mûnîhê de, rêzdar Nêçîrvan Barzanî, Serokê Herêma Kurdistanê, digel xanima Alîson Hoker, Birîkara Wezîrê Derve yê Amerîkayê ji bo karûbarên siyasî civiya.


Di civînê de têkiliyên Amerîkayê digel Iraq û Herêma Kurdistanê û çend pirsgirêkên girîng ên hevbeş hatin gotûbêjkirin. Serok Nêçîrvan Barzanî tekez li ser girîngiya berdewamiya piştgiriya Amerîkayê ji bo parastina ewlehiya welat û pêşxistina sazî û dezgehan kir.

Ji aliyê xwe ve, xanima Hoker pesnê rola Serok Nêçîrvan Barzanî di rêkeftina navbera Şam û Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) de da, herwiha piştgiriya welatê xwe ji bo Iraqê û kiyan û qewareya Herêma Kurdistanê û çareserkirina pirsgirêkên Hewlêr - Bexdayê dubare kir.




Nûçeyên din

Serokê Herêma Kurdistanê : Pêwîst e hikûmeta Iraqê qerebûya malbatên enfalkiriyan bike

TUESDAY, 25 AUGUST 2026 16:08:57

Hewlêr-KDP.info: Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî di 38emîn salvegera Enfala Badînanê de, daxwaz ji hikûmeta federal dike ku qerebûya madî û manewî ya malbatên qurbaniyên Enfalê bike. Herwiha tekez dike ku divê dîroka tijî tawan a borî bibe waneyek ji bo rêgirtin li her cûre sitemkariyekê li Iraqê.

 
Peyama Serok Barzanî di salvegera 38emîn a Enfala Badînanê de

TUESDAY, 25 AUGUST 2026 16:08:11

Hewlêr-KDP.info: Serok Barzanî di 38emîn salvegera Enfala Badînanê de radigihîne, di berdewamiya zincîra tawanên rejîma berê ya Iraqê de, di navbera 25ê Tebaxê heta 6ê Îlona 1988an de operasyoneke nemirovane û hovane li dijî gund û deverên Badînanê hat kirin ku tê de bi hezaran welatî komkuj û bêserûshûn bûn û bi sedan gund jî hatin wêrankirin. Serok Barzanî her wiha tekez dike ku, erkê li ser milê dewleta Iraqê ye qerebûya wan tawan û binpêkirinan bike."

 
Peyama Serokwezîrê Herêma Kurdistanê di salvegera Enfala Badînanê de

TUESDAY, 25 AUGUST 2026 12:08:50

Hewlêr-KDP.info: Îro 25ê Tebaxa 2026an, Serokwezîr Mesrûr Barzanî peyamek derbarê Enfala Badînanê de belav kir û ragihand: "Îro di 38emîn salvegera operasyonên bednav ên Enfala Behdînanê de, em bi rêz û hurmet qurbaniyên wê jenosîdê bibîr tînin. Divê hikûmeta federal qerebûya kesûkarên hemû qurbaniyan bike, em jî pabend in bi xizmetkirina zêdetir a kesûkarên şehîdan û enfalkiriyan."

 
Mesrûr Barzanî: Hêvîdar im salvegera jidayikbûna Pêxember çanda pêkvejiyanê kûrtir bike

TUESDAY, 25 AUGUST 2026 12:08:25

Hewlêr-KDP.info:  Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, bi helkefta salvegera jidayikbûna Pêxemberê Îslamê Mihemed (silavên Xwedê lê bin), peyameke pîrozbahiyê pêşkêşî hemû misilmanên Kurdistan û cîhanê kir.

 
Peyama Serokê Herêma Kurdistanê di bîranîna jidayikbûna Pêxemberê Îslamê

TUESDAY, 25 AUGUST 2026 12:08:46

Hewlêr-KDP.info: Bi boneya hatina Cejna Mewlûdê û salvegera jidayikbûna Pêxemberê Îslamê, Serokê Herêma Kurdistanê peyameke pîrozbahiyê arasteyî hemû misilmanên Kurdistan, Iraq û cîhanê kir.

 


 
© 2023 Kurdistan Democratic Party, KDP

Contact