Kurdî  ■  كوردی  ■  عربي
SUN, 26 JUL 2026 18:50 Erbil, GMT +3
Partiya Dîmukrat a Kurdistanê
Azadî  .  Dîmukrasî  .  Dadperwerî
 

Serokê Herêma Kurdistanê û Wezîrê Derve yê Vatîkanê Pêkvejiyan û Rewşa Pêkhateyan Gotûbêj Kirin
| KDP.info


Mûnîh-KDP.info: Sibehiya îro Şemî 14.02.2026 her li Konferansa Asayîşê ya Mûnîhê, rêzdar Nêçîrvan Barzanî, Serokê Herêma Kurdistanê, digel birêz Paul Richard Gallagher, Wezîrê Derve yê Vatîkanê civiya.

Di civînê de, pêşhatên dawî yên herêmê û rewşa pêkhatên olî û neteweyî hatin gotûbêjkirin. Serok Nêçîrvan Barzanî pabendbûna Herêma Kurdistanê ji bo parastina mafên pêkhatan û pêşxistina çanda pêkvejiyanê dûpat kir.

Ji aliyê xwe, birêz Gallagher pesnê jîngeha lêborînê û pêkvejiyanê li Herêma Kurdistanê da û piştgiriya Vatîkanê ji bo aramî û ewlehiya Iraq û Herêma Kurdistanê nîşan da.




Nûçeyên din

Serok Barzanî sersaxiyê li Serokê Sûriyê kir

SUNDAY, 26 JULY 2026 18:07:45

Hewlêr-KDP.info : Roja Yekşemê 26ê Tîrmeha 2026an Serok Mesûd Barzanî sersaxî û hevxemiya xwe gihande birêz Ehmed Şer, Serokê Sûriyê, ku ji bo bûyera hatinçûnê ya diltezîn a doh ya Sûriyê ku tê de hejmareke zêde ya welatiyan canê xwe ji dest dan û birîndar bûn.

Serokê Herêma Kurdistanê sersaxiyê li hikûmet û gelê Sûriyeyê dike

SATURDAY, 25 JULY 2026 23:07:40

Hewlêr-KDP.info: îro 25ê Tîrmeha 2026an, Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, li ser hesabê xwe yê fermî yê tora civakî (X),peyameke sersaxiyê belav kir û tê de ragihand: "Bi xemgînî û daxeke kûr, me nûçeya rûdana diltezîn a trafîkê li Sûriyeyê bihîst, ku bû sedema canjidestdana hejmarek welatiyan ku piraniya wan karmendên Wezareta Navxwe bûn."

 
Mesrûr Barzanî spasiya Berpirsê Ofîsa Yekîtiya Ewropayê dike

TUESDAY, 21 JULY 2026 22:07:28

Hewlêr-KDP.info : îro 21ê Tîrmeha 2026an , Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî bi helkefta bidawîhatina erkê wîpêşwazî li Berpirsê Ofîsa Yekîtiya Ewropayê ya li Hewlêrê Radu Butum kir.

 
Mesrûr Barzanî û Konsulê Giştî yê Çînê rewşa Iraqê û deverê nîqaş kir

TUESDAY, 21 JULY 2026 22:07:12

Hewlêr-KDP.info : îro (Sêşem, 21ê Tîrmeha 2026ê) ،Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî pêşwaziya Konsulê Giştî yê Komara Gel a Çînê li Herêma Kurdistanê Liu Jun kir.

 
Serokê Herêma Kurdistanê pesnê rola Konsolosê Giştî yê Fransayê dide

TUESDAY, 21 JULY 2026 20:07:06

Hewlêr-KDP.info : Îro Sêşem 21/7/2026, rêzdar Nêçîrvan Barzanî, Serokê Herêma Kurdistanê, bi boneya bidawîbûna erkê wî wek Konsolosê Giştî yê Fransayê li Herêma Kurdistanê, pêşwaziyê li birêz Yann Braem kir.



 
© 2023 Kurdistan Democratic Party, KDP

Contact