Kurdî  ■  كوردی  ■  عربي
SAT, 2 MAY 2026 04:56 Erbil, GMT +3
Partiya Dîmukrat a Kurdistanê
Azadî  .  Dîmukrasî  .  Dadperwerî
 

Serok Barzanî Pêşwaziya Cîgira Serokê Parlamentoya (Nordrhein-Westfalen) ya Almanyayê Kir
| KDP.info


Hewlêr-KDP.info: Roja Çarşemê, 4ê Sibata 2026an, li Pîrmamê, Serok Mesûd Barzanî pêşwaziya Xatûn Bêrîvan Aymaz, Cîgira Serokê Parlamentoya (Nordrhein-Westfalen) ya Almanyayê kir.

Di civînê de Xatûn Bêrîvan Aymaz kêfxweşiya xwe ji ber serdana xwe ya Kurdistanê û hevdîtina xwe ya bi Serok Barzanî re anî ziman. Herwiha spasiya Serok Barzanî kir ku di rûdan û metirsiyên van demên dawî de xwe kir xwediyê doza Kurd li Rojava û hewlên Serok Barzanî yên ji bo parastina gelê Kurd li Rojava bilind nirxand.

Herwiha spasiya Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî kir ji bo alîkarî û xwe gihandina hawara lêqewimiyên li Rojavayê Kurdistanê û hêviya xwe anî ziman ku Herêma Kurdistanê roj bi roj bihêztir bibe. Xatûn Bêrîvan Aymaz spasiya Serok Barzanî kir ji bo piştgirîkirina karûbarên diyasporaya Kurd li derveyî welat wek hêzeke bibandor û piştgirê doza gelê Kurdistanê.

Di heman civînê de Serok Barzanî, ligel ku xêrhatina Xatûn Bêrîvan Aymaz kir, destxweşiyê lê kir ku bi hewl û karîna xwe kariye bigihêje pileyek siyasî li Almanyayê û hêviya serkeftinê jê re xwest. Herwiha ronahî xiste ser karûbarên diyaspora û şîret û rêkarên pêwîst di vê derbarê de pêşkêş kir, di çarçoveya vê mijarê de girîngiya parastina nasname û zimanê Kurdî di nav Kurdên derveyî welat de destnîşan kir.

Rewşa Rojava û pêvajoya aştiyê li Tirkiyê mijarên din ên vê hevdîtinê bûn.




Nûçeyên din

Peyama Serokê Herêma Kurdistanê di Roja Cîhanî ya Karkeran de

FRIDAY, 01 MAY 2026 12:05:58

Hewlêr-KDP.info : Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ji bo 1ê Gulanê Roja Cîhanî ya Karkeran peyamek belav kir.

 
Serokê Herêma Kurdistanê gihîşte Ebûzebî

THURSDAY, 30 APRIL 2026 00:04:12

Ebûzebî -KDP.info: Êvariya îro Çarşemê 2026/4/29, birêz Nêçîrvan Barzanî, Serokê Herêma Kurdistanê, bi serdaneke fermî gihîşte Ebûzebî ya paytexta Îmaratê.

 
 
Mesrûr Barzanî û Falih Feyaz pêşhatên Iraq û deverê nîqaş kirin

THURSDAY, 30 APRIL 2026 00:04:19

Hewlêr-KDP.info: îro (Çarşem, 29ê Nîsana 2026ê), Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî pêşwazî li Serokê Desteya Heşda Şeibî Falih Feyaz kir.

 
Serokê Herêma Kurdistanê bi serdaneke fermî diçe Îmaratê

WEDNESDAY, 29 APRIL 2026 15:04:34

Hewlêr-KDP.info : Îro Çarşemê 2026/4/29, birêz Nêçîrvan Barzanî, Serokê Herêma Kurdistanê, bi serdaneke fermî ber bi Ebûzebî ya paytexta Îmaratê ve bi rê dikeve.

Mesrûr Barzanî pîrozbahiya Elî Zeydî dike

TUESDAY, 28 APRIL 2026 14:04:41

Hewlêr-KDP.info:  îro (Sêşem, 28ê Nîsana 2026ê), Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê , Mesrûr Barzanî li ser hesabê xwe yê fermî yê tora civakî "X"ê ragihand ku, ew bi rêya telefonê ligel Serokwezîrê raspardî yê Iraqê Elî Zeydî axiftiye.



 
© 2023 Kurdistan Democratic Party, KDP

Contact