Kurdî  ■  كوردی  ■  عربي
MON, 27 JUL 2026 04:50 Erbil, GMT +3
Partiya Dîmukrat a Kurdistanê
Azadî  .  Dîmukrasî  .  Dadperwerî
 

Serokê Herêma Kurdistanê Digel Rêzdar Mezlûm Ebdî Civiya
| KDP.info


Nêçîrvan Barzanî, Serokê Herêma Kurdistanê, pêşwaziyê li rêzdar Mezlûm Ebdî, Fermandarê Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) û şandekî pê re kir.

Di civînê de, pêşhatên dawî ya rewşa Sûriyê hatin gotûbêjkirin. Serok Nêçîrvan Barzanî tekez li ser berdewamiya hewl û têkiliyên xwe bi hemû aliyên peywendîdar re ji bo berdewamiya agirbestê, rawestandina aloziyan û destpêkirina yekser a gotûbêjan di navbera HSD û Şamê de kir. Herwiha girîngiya dabînkirin û parastina mafên Kurd û hemû pêkhatên din di Sûriyeke yekbûyî de dûpat kir.

Ji aliyê xwe ve rêzdar Mezlûm Ebdî, ligel pêşkêşkirina geşedanên dawî yên rewşê, spasiya Nêçîrvan Barzanî û Herêma Kurdistanê û hewlên wan ji bo aramkirina rewşê û çareserkirina pirsgirêkan kir. Herwiha tekez li ser amadebûn û daxwaza wan ji bo çareserkirina aştiyane ya pirsgirêkan li ser bingeha dabînkirina mafên gelê Kurd di Sûriyeke yekbûyî de dûpat kir.

Metirsî û gefên ji nû ve derketina DAIŞê û bandorên wan li ser asayîş û aramiya Sûriyê û herêmê bi giştî, babeteke din a civînê bû.




Nûçeyên din

Serok Barzanî pêşwaziyê li Konsulê Koreya Başûr li Hewlêrê kir

SUNDAY, 26 JULY 2026 22:07:14

Hewlêr-KDP.info: Roja Yekşema 26ê Tîrmeha 2026an Serok Mesûd Barzanî pêşwaziyê li birêz Un Gyu Shim Konsulê Giştî yê Koreya Başûr li Hewlêrê kir.

 
Serok Barzanî sersaxiyê li Serokê Sûriyê kir

SUNDAY, 26 JULY 2026 18:07:45

Hewlêr-KDP.info : Roja Yekşemê 26ê Tîrmeha 2026an Serok Mesûd Barzanî sersaxî û hevxemiya xwe gihande birêz Ehmed Şer, Serokê Sûriyê, ku ji bo bûyera hatinçûnê ya diltezîn a doh ya Sûriyê ku tê de hejmareke zêde ya welatiyan canê xwe ji dest dan û birîndar bûn.

Serokê Herêma Kurdistanê sersaxiyê li hikûmet û gelê Sûriyeyê dike

SATURDAY, 25 JULY 2026 23:07:40

Hewlêr-KDP.info: îro 25ê Tîrmeha 2026an, Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, li ser hesabê xwe yê fermî yê tora civakî (X),peyameke sersaxiyê belav kir û tê de ragihand: "Bi xemgînî û daxeke kûr, me nûçeya rûdana diltezîn a trafîkê li Sûriyeyê bihîst, ku bû sedema canjidestdana hejmarek welatiyan ku piraniya wan karmendên Wezareta Navxwe bûn."

 
Mesrûr Barzanî spasiya Berpirsê Ofîsa Yekîtiya Ewropayê dike

TUESDAY, 21 JULY 2026 22:07:28

Hewlêr-KDP.info : îro 21ê Tîrmeha 2026an , Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî bi helkefta bidawîhatina erkê wîpêşwazî li Berpirsê Ofîsa Yekîtiya Ewropayê ya li Hewlêrê Radu Butum kir.

 
Mesrûr Barzanî û Konsulê Giştî yê Çînê rewşa Iraqê û deverê nîqaş kir

TUESDAY, 21 JULY 2026 22:07:12

Hewlêr-KDP.info : îro (Sêşem, 21ê Tîrmeha 2026ê) ،Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî pêşwaziya Konsulê Giştî yê Komara Gel a Çînê li Herêma Kurdistanê Liu Jun kir.

 


 
© 2023 Kurdistan Democratic Party, KDP

Contact