Kurdî  ■  كوردی  ■  عربي
MON, 24 AUG 2026 07:13 Erbil, GMT +3
Partiya Dîmukrat a Kurdistanê
Azadî  .  Dîmukrasî  .  Dadperwerî
 

Serok Barzanî Pêşwaziyê li Çend Ciwanên Duzxurmatû Kir
| KDP.info


Hewlêr-KDP.info: Roja Şemiyê, 15ê Mijdara 2025an, li Pîrmamê, Serok Mesûd Barzanî pêşwaziyê li wan ciwanên Kurd kir ku di 11ê Mijdara 2025an de, di roja hilbijartinê de, ji ber bilindkirina ala Kurdistanê, ji aliyê hêzên ewlehiyê yên Iraqê ve hatibûn îşkencekirin.

Di wê hevdîtinê de, Serok Barzanî ji bilî wê yekê ku spasiya wan kir û destxweşiyê ji bo wêrekî û Kurdperweriya wan jî kir. Her wiha tekez kir ku ji bo ala Kurdistanê gelek xwîn û qurbanî hatine dayîn. Ala Kurdistanê ala her Kurdekî ye û mafê her Kurdekî yê destûrî û qanûnî ye ku bi ala xwe û pîroziyên gelê xwe serbilind be. Tu kes û aliyek jî maf nîne ku di bin tu hincetekê de sivikayetiyê li ala Kurdistanê bike an jî rê li ber bilindkirina wê bigire.




Nûçeyên din

Serokê Herêma Kurdistanê pîrozbahiyê li Serok Mesûd Barzanî kir

FRIDAY, 21 AUGUST 2026 21:08:19

Hewlêr-KDP.info: Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî peyameke pîrozbahiyê pêşkêşî Serok Mesûd Barzanî kir, bi helkeftina wergirtina Nîşana Bilind a Qedaseta Papayê Vatîkanê, û ew rêzlêgirtin wekî rêzgirtineka cîhanî bo çanda lêborînê û parastina mafên pêkhateyan li Kurdistanê wesf kir.

Serok Barzanî û Aras Hebîb rewşa siyasî ya deverê nîqaş kir

THURSDAY, 20 AUGUST 2026 21:08:00

Hewlêr-KDP.info: îro Pêncşemê, 20ê Tebaxa 2026ê, Serok Mesûd Barzanî li Pîrmamê pêşwaziya Sekretêrê Giştî yê Kongreya Nîştimanî ya Iraqê Aras Hebîb kir.

Serok Barzanî bi Nîşana Astabilind a Rêzlênana Papayî hate xelatkirin

THURSDAY, 20 AUGUST 2026 21:08:00

Hewlêr-KDP.info: Roja pêncşemê 20ê Tebaxa 2026an, Serok Mesûd Barzanî pêşwaziyê li birêz Louis Rofael Sako, Patriyarkê Rûmetdar ê Dêra Katolîkî kir.

 
Sipasnameya Sekretaryeta Serok Barzanî

WEDNESDAY, 19 AUGUST 2026 13:08:34

Hewlêr-KDP.info: Sekretaryeta Serok Barzanî, di peyameke fermî de, bi helkefta derbasbûna heştê salan li ser damezirandina Partiya Demokrat a Kurdistanê û salvegera ji dayikbûna Serok Mesûd Barzanî, sipasî û pêzanîn arasteyî xelkê Kurdistanê, serkirde û aliyên siyasî, kesayetiyên olî û civakî, û dîplomatkarên navxwe û derve kir ku bi rêya peyam û peywendiyên xwe pîrozbahî araste kiribûn.

 
Mesrûr Barzanî rewşa parêzgeha Silêmaniyê ligel Parêzgar nîqaş dike

WEDNESDAY, 19 AUGUST 2026 09:08:18

Hewlêr-KDP.info: îro 18ê Tebaxa 2026ê Ji bo şopandina bûyerên nexwestî yên agirberbûnê yên şeva borî û îro yên li bajêrê Silêmaniyê, Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, di peywendiyeke telefonî de li gel Parêzgarê Silêmaniyê Heval Ebûbekir rewşa Silêmaniyê pirsî.

 


 
© 2023 Kurdistan Democratic Party, KDP

Contact