Kurdî  ■  كوردی  ■  عربي
TUE, 28 JUL 2026 21:48 Erbil, GMT +3
Partiya Dîmukrat a Kurdistanê
Azadî  .  Dîmukrasî  .  Dadperwerî
 

Mesrûr Barzanî: Ez hêvîdar im ku îro hemû welatî bên û dengê xwe bidin
| KDP.info


 Hewlêr-KDP.info : îro 11ê Mijdara 2025ê, Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî , di çarçoveya dengdana giştî ya ji bo Parlamentoya Iraqê de, dengê xwe li navendeke dengdanê li Pîrmamê da û bang li gelê Herêma Kurdistanê dike ku beşdarî hilbijartinên Parlamentoya Iraqê bibin û bi vîna xwe ya azad, dûrî her zextekê, dengê xwe bidin.

Piştî dengdanê, Serokwezîr Mesrûr Barzanî Mesrûr Barzanî piştî dengdanê daxuyanî da û bangî xelkê Kurdistanê kir ku biçin ser sindoqên dengdanê û got: "Îro roja biryara gel e. Ez hêvîdar im ku gel bikaribe di keşûhewayeke aram û azad de, bi vîna xwe û dûrî her zextekê dengê xwe bide û kesên dilsoz û niştimanperwer bişîne Parlamentoya Iraqê, da ku berevaniyê li mafên wan û mafên destûrî yên gel bikin."

Serokwezîr Mesrûr Barzanî ev hilbijartin weke "girîng" bi nav kir û tekez kir ku "biryara gel a îro, dê rê û şêwazê rêveberiyê yê çar salên pêş me diyar bike."




Nûçeyên din

Mesrûr Barzanî: Ez gelek gelek piştrast im ku paşerojeka ronîtir û geştir li bendî gelê me ye.

MONDAY, 27 JULY 2026 17:07:51

Hewlêr-KDP.info : îro (Duşem, 27ê Tîrmeha 2026ê) ،Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî di konferanseke rojnamevaniyê de bi hûrî bal kişand ser rewşa siyasî û aborî ya deverê.

Serok Barzanî pêşwaziyê li Konsulê Koreya Başûr li Hewlêrê kir

SUNDAY, 26 JULY 2026 22:07:14

Hewlêr-KDP.info: Roja Yekşema 26ê Tîrmeha 2026an Serok Mesûd Barzanî pêşwaziyê li birêz Un Gyu Shim Konsulê Giştî yê Koreya Başûr li Hewlêrê kir.

 
Serok Barzanî sersaxiyê li Serokê Sûriyê kir

SUNDAY, 26 JULY 2026 18:07:45

Hewlêr-KDP.info : Roja Yekşemê 26ê Tîrmeha 2026an Serok Mesûd Barzanî sersaxî û hevxemiya xwe gihande birêz Ehmed Şer, Serokê Sûriyê, ku ji bo bûyera hatinçûnê ya diltezîn a doh ya Sûriyê ku tê de hejmareke zêde ya welatiyan canê xwe ji dest dan û birîndar bûn.

Serokê Herêma Kurdistanê sersaxiyê li hikûmet û gelê Sûriyeyê dike

SATURDAY, 25 JULY 2026 23:07:40

Hewlêr-KDP.info: îro 25ê Tîrmeha 2026an, Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, li ser hesabê xwe yê fermî yê tora civakî (X),peyameke sersaxiyê belav kir û tê de ragihand: "Bi xemgînî û daxeke kûr, me nûçeya rûdana diltezîn a trafîkê li Sûriyeyê bihîst, ku bû sedema canjidestdana hejmarek welatiyan ku piraniya wan karmendên Wezareta Navxwe bûn."

 
Mesrûr Barzanî spasiya Berpirsê Ofîsa Yekîtiya Ewropayê dike

TUESDAY, 21 JULY 2026 22:07:28

Hewlêr-KDP.info : îro 21ê Tîrmeha 2026an , Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî bi helkefta bidawîhatina erkê wîpêşwazî li Berpirsê Ofîsa Yekîtiya Ewropayê ya li Hewlêrê Radu Butum kir.

 


 
© 2023 Kurdistan Democratic Party, KDP

Contact