Kurdî  ■  كوردی  ■  عربي
MON, 24 AUG 2026 22:46 Erbil, GMT +3
Partiya Dîmukrat a Kurdistanê
Azadî  .  Dîmukrasî  .  Dadperwerî
 

Serokê Herêma Kurdistanê: Hilbijartina vê carê girîng e û destpêkek nû li Iraqê dest pê kiriye
| KDP.info


Hewlêr-KDP.info : îro 11ê Mijdara 2025ê, Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ragihand, ev hilbijartin yek ji girîngtirîn hilbijartinên heta niha li Iraqê hatine kirin e û got: "Em hêvîdar in ku ev hilbijartin bibe destpêkeke nû ji bo Iraqeke federal û demokratîk."

Nêçîrvan Barzanî ku îro ku dengê xwe da, di konferanseke rojnamevanî de ragihand, divê hemû pêkhate di çarçoveya Iraqê de bigihîjin hemû maf û destkeftiyên xwe. 

Herwiha tekez kir, dengdan hem maf e û hem jî berpirsiyariyeke mezin e û got, "Girîng e welatiyên Iraq û Herêma Kurdistanê bi erkê xwe rabin û berê xwe bidin sindoqên dengdanê."

Serokê Herêmê dilxweşiya xwe anî ziman ku qonaxa yekem a dengdanê (dengdana taybet) bi aramî birêve çûye û spasiya hemû hêzên ewlehiyê û Komîsyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinan kir ji bo tedbîr û hewlên wan. Herwiha hêvî xwest ku jiyaneke baştir û xizmetguzariyên hêjatir ji gelê Iraqê re bêne pêşkêşkirin.

Di bersiva pirseke rojnamevanekî de derbarê cudahiya vê hilbijartinê de, Nêçîrvan Barzanî got, Iraq ji aliyê ewlehî û aboriyê ve guherîneke baş bi xwe ve dîtiye û wiha axivî: "Ji bo me, girîngiya vê hilbijartinê ew e ku em bawer dikin ku destpêkeke nû di qonaxa destûrî ya Iraqê de dest pê kiriye. Pêwîst e destûra Iraqê bibe garantorê aramiyê ji bo hemû gelê Iraqê. Karê herî girîng piştî vê hilbijartinê ew e ku hewleke cidî were dayîn ji bo cîbicîkirina destûra Iraqê."

Derbarê pêwendiyên navxweyî û pêkanîna hikûmetê de, Serokê Herêma Kurdistanê got, ew diyalogê bi ti aliyekî re red nakin û tekez kir ku piştî hilbijartinan dê careke din ji bo çareserkirina pirsgirêkan bi aliyên din re rûnên.

Herwiha da zanîn, piştî aşkerebûna encaman, dê ji bo pêkanîna kabîneya nû ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê û herwiha ji bo avakirina hikûmeta nû ya federal a Iraqê jî bi aliyên siyasî yên din re dest bi danûstandinan bikin.




Nûçeyên din

Serok Barzanî ligel Serok û endamên Encûmena Parêzgeha Selehadînê civiya

MONDAY, 24 AUGUST 2026 22:08:00

Hewlêr-KDP.info: Roja duşemê 24'ê Tebaxa 2026'an li Pîrmamê Serok Mesûd Barzanî ligel Serok û endamên Encûmena Parêzgeha Selehadînê civiya.

Serokê Herêma Kurdistanê pîrozbahiyê li Serok Mesûd Barzanî kir

FRIDAY, 21 AUGUST 2026 21:08:19

Hewlêr-KDP.info: Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî peyameke pîrozbahiyê pêşkêşî Serok Mesûd Barzanî kir, bi helkeftina wergirtina Nîşana Bilind a Qedaseta Papayê Vatîkanê, û ew rêzlêgirtin wekî rêzgirtineka cîhanî bo çanda lêborînê û parastina mafên pêkhateyan li Kurdistanê wesf kir.

Serok Barzanî û Aras Hebîb rewşa siyasî ya deverê nîqaş kir

THURSDAY, 20 AUGUST 2026 21:08:00

Hewlêr-KDP.info: îro Pêncşemê, 20ê Tebaxa 2026ê, Serok Mesûd Barzanî li Pîrmamê pêşwaziya Sekretêrê Giştî yê Kongreya Nîştimanî ya Iraqê Aras Hebîb kir.

Serok Barzanî bi Nîşana Astabilind a Rêzlênana Papayî hate xelatkirin

THURSDAY, 20 AUGUST 2026 21:08:00

Hewlêr-KDP.info: Roja pêncşemê 20ê Tebaxa 2026an, Serok Mesûd Barzanî pêşwaziyê li birêz Louis Rofael Sako, Patriyarkê Rûmetdar ê Dêra Katolîkî kir.

 
Sipasnameya Sekretaryeta Serok Barzanî

WEDNESDAY, 19 AUGUST 2026 13:08:34

Hewlêr-KDP.info: Sekretaryeta Serok Barzanî, di peyameke fermî de, bi helkefta derbasbûna heştê salan li ser damezirandina Partiya Demokrat a Kurdistanê û salvegera ji dayikbûna Serok Mesûd Barzanî, sipasî û pêzanîn arasteyî xelkê Kurdistanê, serkirde û aliyên siyasî, kesayetiyên olî û civakî, û dîplomatkarên navxwe û derve kir ku bi rêya peyam û peywendiyên xwe pîrozbahî araste kiribûn.

 


 
© 2023 Kurdistan Democratic Party, KDP

Contact