Hewlêr-KDP.info: Îro Duşemê, 10.11.2025, Nêçîrvan Barzanî, Serokê Herêma Kurdistanê, di hevdîtinekê de bi birêz Muhammed Elhessan, Nûnerê Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî re, rewşa giştî ya Iraqê, hilbijartinên Encûmena Nûneran a Iraqê û têkiliyên Hewlêr û Bexdayê gotûbêj kirin.
Herwiha, girîngiya hilbijartin û rêveçûna pêvajoya dengdanê ya bêqisûr li Herêma Kurdistan û Iraqê bi giştî tekez kirin. Herwiha hêvî kirin ku hilbijartin û encamên wê, ji her alî ve Iraq û Herêma Kurdistanê ber bi qonaxeke baştir ve bibin. Herdu alî li ser girîngiya çareserkirina pirsgirêkên Hewlêr - Bexdayê bi rêya diyalog û lihevkirinê hemfikir bûn, herwiha piştgirî dan parastina aramî û ewlehiya li Iraqê. Pêşketinên dawî yên rewşa herêmê bi giştî, mijareke din a hevdîtinê bû
Hewlêr-KDP.info- Roja Pêncşema 12ê Adara 2026an, Serok Mesûd Barzanî ji bo koça dawî ya Xwedê Jêrazî Salih Muslim peyameke sersaxiyê li ser tora civakî ya X belav kir:
Hewlêr-KDP.info: Serokwezîr Mesrûr Barzanî, di peyamekê de bi helkefta 56emîn salvegera Peymana 11ê Adarê ragihand; “Peymana 11ê Adarê destkeftiyeke dîrokî ya Şoreşa Mezin a Îlonê bû.”
Hewlêr-KDP.info: Serokê Herêma Kurdistanê , di peyamekê de bi helkefta 56emîn salvegera Peymana 11ê Adarê ragihand; “Peymana 11ê Adarê ya bi rêberiya Barzaniyê Nemir û Şoreşa Mezin a Îlonê hat holê, destkefta herî mezin a siyasî û zagonî bû.”
Hewlêr-KDP.info: Serok Mesûd Barzanî di peyamekê de bi helkefta 56emîn salvegera Peymana 11ê Adarê ragihand; Di vê bîranînê de em tekez li ser parastina destkeftan û peyama aştîxwaz û bihevrejiyanê ya gelê Kurdistanê dikin.
Hewlêr-KDP.info: Roja sêşemiyê, 10ê Adara 2026an, Serok Mesûd Barzanî pêşwaziyê li birêz Mamosta Selaheddîn Behaeddîn, Emîndarê Giştî yê Yekgirtûya Îslamî ya Kurdistanê kir.
Hewlêr-KDP.info: Serokê Herêma Kurdistanê, Nêçîrvan Barzanî Cejna Cemayê li Kurdên Êzidî pîroz kir û tekez kir ku ew dê wekî her tim parêzerên mafên wan bin.
Hewlêr-KDP.info: îro 13ê Sibatê, Serok Mesûd Barzanî pêşwazî li kesayetiyê navdarê Iraqî Xemîs Xencer kir.