Kurdî  ■  كوردی  ■  عربي
WED, 15 APR 2026 07:20 Erbil, GMT +3
Partiya Dîmukrat a Kurdistanê
Azadî  .  Dîmukrasî  .  Dadperwerî
 

Serok Barzanî pêşwaziyê li General David Petraeus kir
| KDP.info


Hewlêr-KDP.info: Roja Duşemê, 13ê Cotmeha 2025an li Pîrmamê, Serok Mesûd Barzanî pêşwaziyê li General David Petraeus, Serokê berê yê Ajansa Îstîxbaratê ya Amerîkayê (CIA) kir.

Di hevdîtinê de, birêz General David Petraeus kêfxweşiya xwe ji bo dûbare dîtina Serok Barzanî anî ziman û destnîşan kir ku cara dawî ku Serok Barzanî dîtiye, li eniyên şer li Sihêla bûye di sala 2016an de. Herwiha pesnê rola berçav a Serok Barzanî û Herêma Kurdistanê da ku ji bo parastina aramî û asayîşa Herêma Kurdistanê, Iraq û herêmê, û ji bo bidestxistina aramî, demokrasî û pêkvejiyanê, rûbirûyî wan grûp û rêxistinên terorîst bûn ku piştî sala 2003an li Iraqê derketin û bûn metirsiyek rastîn li ser tevahiya herêmê û cîhanê.

Ji aliyê xwe ve, Serok Barzanî bi xêr hatina birêz General David Petraeus kir û herwiha spasiya hêzên Hevpeymanan û Amerîkayê kir ku roleke berçav di pêvajoya azadkirina Iraqê ji dîktatoriyê de lîstine, û piştî wê jî piştgiriyên wan ji bo Hêza Pêşmerge û hêzên ewlekariyê yên Iraqê ji bo rûbirûbûna terorê û parastina aramiya Iraq û Herêma Kurdistanê.

Di derbarê pêvajoya siyasî ya Iraqê de, Serok Barzanî tekez li ser cîbicîkirina xalên Destûra bingehîn ya Iraqê kir ku rêya çareseriya yekcarî ye ji bo rizgarbûna Iraqê ji wan aloziyên siyasî yên ku tê de ye, û hêvî xwest ku hemû aliyên siyasî bi hev re li dû çareserkirina pirsgirêkan bin û ji tolhildan û kîn û nefreta li hember hevdû dûr bikevin. Herwiha, Serok Barzanî pêşnûmaya yasaya Neft û Gazê ya sala 2007an wekî mînak anî ziman ku heger wê demê bihata pesendkirin û cîbicîkirin, niha ti pirsgirêkeke yasayî derbarê neft û gazê de nedima. Herwiha tekez li ser rêkeftina dawî ya di navbera Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Federalî ya Iraqê de derbarê neft û gazê kir û ew wekî erênî bi nav kir û hêvî xwest ku ev rêkeftin bibe bingeh ji bo çareserkirina hemû pirsgirêkan.

Di heman hevdîtinê de, rewşa siyasî û guhertinên li herêmê bi giştî, rewşa Sûriyeyê û gavên pêvajoya aştiyê li Tirkiyeyê, hatin gotûbêjkirin.




Nûçeyên din

Peyama Serok Barzanî Ji bo 38. Salvegera Karesata Enfalê

TUESDAY, 14 APRIL 2026 12:04:38

Hewlêr-KDP.info :  îro 14ê Nîsanê ,  Serok Mesûd Barzanî bi boneya 38emîn salvegera karesata Enfalê peyamek weşand û ragihand, Enfal tawaneke sîstematîk bû ku bi mebesta tunekirina gelê Kurdistanê hatibû kirin.

 
Mesrûr Barzanî: destkeftiyên niha berhema xebat û xwîna hezaran şehîdên serfiraz yên Kurdistanê ne

TUESDAY, 14 APRIL 2026 12:04:48

Hewlêr-KDP.info :  îro 14ê Nîsanê , Serokê hikûmeta herêma Kurdistanê. Mesrûr Barzanî bi boneya salvegera operasyonên qirkirinê yên "Enfalê" peyamek belav kir û tê de destnîşan kir, ev karesat bû sedema şehîdbûn û windabûna bi hezaran mirovên bêgunah û xapûrkirina bi hezaran gundên Kurdistanê.

 
Peyama Serokê Herêma Kurdistanê di Salvegera Enfalê de

TUESDAY, 14 APRIL 2026 10:04:41

Hewlêr-KDP.info : Serokê Herêma Kurdistanê di salvegera 38an a Enfalê de peyamek belav kir û got: "Enfal ne tenê tawenek bû hewleke pûç a tunekirina hemû gelekî aştîxwaz bû ku birînên wê heta niha jî di laşê nîştiman de mane."

 
Peyama Serok Barzanî ji bo hilbijartina Patrîkê nû yê Dêra Kildanî

MONDAY, 13 APRIL 2026 16:04:24

Hewlêr-KDP.info : Serok Mesûd Barzanî bi boneya hilbijartina Patriyarkê nû yê Dêra Kildanî li cîhanê, peyameke pîrozbahiyê belav kir û piştgiriya xwe ji bo mafên Krîstiyanan dubare kir.

Serokê Herêma Kurdistanê Pîrozbahiyê li Patrîkê nû yê Kildanî Kir

SUNDAY, 12 APRIL 2026 23:04:00

Hewlêr-KDP.info: Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, ji ber hilbijartina wî ya wekî Patrîkê nû yê Dêra Kildanan a cîhanê, Patrîk Mar Polsê Sêyem Nona pîroz kir.

 


 
© 2023 Kurdistan Democratic Party, KDP

Contact