Kurdî  ■  كوردی  ■  عربي
TUE, 9 JUN 2026 11:19 Erbil, GMT +3
Partiya Dîmukrat a Kurdistanê
Azadî  .  Dîmukrasî  .  Dadperwerî
 

Nêçîrvan Barzanî û dîplomasî!!!
| KDP.info


Bûbê Eser

Me gelek caran gotiye û nivîsî ye ku piştî şerê çekdarî û azadiya welatan, karê dîplomasiya navneteweyî û navxweyî destpê dike.

Me dît û dibînin ku piştî azadiya başûrê Kurdistanê ka çawa Barzaniyan ew bi şer û berxwedanên xwe yên bi rêya çekdarî bi destxistibûn. Piştî wê bidestxistinê, êdî Barzaniyan dest bi pêwendî, diyalog û dîplomasiya navneteweyî kirin. Ji ber ku di şert û mercên îro de, karê dîplomasiyê ji şerê çekdarî zortire ku tu daxwazên gelê xwe bi cîhanê bide nasîn û qebûlkirinê.

Serkêş û pêşkêşiya vî karî piştî serok Mesud Barzanî bû kar û erka serokê Herêma Kurdistanê rêzdar Nêçîrvan Barzanî. Wî jî ev erka xwe weke dîplomatekî kurd, bi zanîn û kanîna xwe, ji bona mafê gelê xwe, bê westan aniye û tîne cih.

Di destpêkê de, bi temenê xwe yê bi çûk, bi ciwanî û li gor zanîna xwe, rêzdar Nêçîrvan Barzanî bû aktorekî zîrek, jêhatî û xwedî hêz û qabîliyek ango zanyariyekî weha ku di her hevdîtinên xwe yên bi dîplomat, serokwezîr û serokkomaran re dikir, miheqeq ji bona berjewendiya gelê xwe tiştek bi dest dixist û dixe. Loma jî mirov bi rihetî dikare bêje ku kêm kesên weke rêzdar Nêçîrvan Barzanî di qada navneteweyî de zîrek û jêhatî, hene.

Ji ber vê zîrekbûn û jêhatîbûna wî ye ku ew bûye sembolekî karê dîplomasiya navneteweyî. Ew bûye hêzek mezin ku ji bona bi destxistina mafê kurdan. Ew di qada navneteweyî de bûye çirûskek û wê şevreşa navneteweyî ku girtibû ser gelê kurd radike.

Bala xwe bidinê, ev bi salan bû ku tirkiyê ambargoya balafirên wan ber bi bajarê Silêmaniyê nefirin, danibû. Ji ber vê, balafirên wan nediçûn Silêmaniyê. Ev ambargoyek weha bû ku niştecihên Silêmaniyê û yên der dora wir gelekî zehmetî ditînin. Zehmetiyeke din jî ji bona ew kesên ji derveyî welêt ku bikaribin herin bajarê xwe Silêmaniyê bû.

 Wê ambargoyê xelkên me yên Silêmanuyê aciz ê zivir kiribû ku di warê aborî de jî gelek zehmetî didîtin. Bi wê ambargoyê çûyina geştiyaran bo Silêmaniyê gelekî kêm bû.

Lê serokê Herêma başûrê Kurdistanê, bi çûna xwe ya vê taliyê(09.10.2025), bi zîrekbûn û têgiştina xwe ya dîplomatîk ew ambargoya dewleta tirk ku danîbê ser Silêmaniyê rakir. Bi rakirina wê xelkê Silêmaniyê niha gelek dilxweşin. Êdî wê zehmetî û astengiya geştiyaran nemîne. Bi vê jî wê di warê aborî de bajarê Silamaniyê bibe xwedî aboriyek baş.

Aha îro siyasetmedar û dîplomatên weke rêzdar Nêçîrvan Barzanî ji bona me kurdan lazime ku kurd di qadên navneteweyî de bibin xwedî destkeftî. Îro li seran serê cîhanê û bi destxistina mafan bi rê û rêbazên dîplomasiyê dibe. Welatek di warê dîplomasiya navneteweyî de çiqasî xurt be, ewqasî dibe xwedî mafên rewa.

Spas ji bo rêzdar Nêçîrvan Barzanî ku ew ambargoya tirkan ya balafirên li ser bajarê Silêmaniyê rakir. Helbet di çûyina xwe de dibe ku rêzdar gelek maf û destkeftiyên din jî bi dest anîbe. Ji ber ku di her çûyineke xwe de rêzdar miheqeq ji bona gelê xwe hin maf û destkeftiyan bi dest anî ye.

Her weha Karwan Gezneyî berevkê YNK spasiya rêzdar Nêçîrvan Barzanî dike ku bi dîplomasiya xwe ew ambargo rakiriye.

Îcar ew kes, partî û hin dezgehên dikin gazî û hawar û dibêjin: ”Çi karê Nêçîr li trikiyê heye” bila bifikirin ku bi destxistina mafan, ne tenê rêya çekan e. Ya girîng ew e ku mirov bikaribe di warê dîplomasiya navneteweyî de bi serkeve.




Nûçeyên din

Serokê Herêma Kurdistanê: Helkewt Ezîz nûçegihanekî jêhatî û dilsoz bû

TUESDAY, 09 JUNE 2026 00:06:00

Hewlêr-KDP.info: Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî li ser koça dawî ya nûçegihan û berpirsê Nivîsgeha Rûdawê ya Bexdayê Helkewt Ezîz peyameke sersaxiyê belav kir.

Mesrûr Barzanî sersaxî ji malbata rojnamevan Helkewt Ezîz re xwest

MONDAY, 08 JUNE 2026 19:06:53

Hewlêr-KDP.info: îro (Duşem, 8ê Hezîrana 2026ê) , Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê peyameka sersaxî û hevxemiyê ji bo koça dawiyê ya rojnamevan Berpirsê Nivîsingeha Tora Medyayî ya Rûdawê li Bexdayê Helkewt Ezîz belav kir û sersaxî li malbat û hevkarên wî re xwest.

Li Duhokê rêz li hozanvan Muhsin Qoçan hat girtin

MONDAY, 08 JUNE 2026 10:06:41

Duhok-KDP.info :Roja yekşembî 7.6.2026, bi amadebûna Dr. Salar Osman, Berpirsê Pişka Rewşenbîrî û Ragehandinê ya P.D.K.ê, û harîkarên berpirsê Mekteba Rêkxistna Parêzgeha Duhokê û hejmareka nivîser, rewşenbîr, rojnamevan, hunermend û kesayetiyên civakî, rêwresmeka taybet bo rêzlênan li hozanvan Muhsin Qoçan li bajarê Duhokê hate birêvebirin.

 
Mesrûr Barzanî û Cîgirê Wezîrê Derve yê Yewnanê xurtkirina têkiliyan nîqaş dikin

SUNDAY, 07 JUNE 2026 15:06:11

Hewlêr-KDP.info : îro (Yekşem, 7ê Hezîrana 2026ê) , Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî pêşwaziya Cîgirê Wezîrê Derve yê Yewnanê Harry Theoharis kir.

Peyama Serokê Herêma Kurdistanê di Roja Cîhanî ya Jîngehê de

FRIDAY, 05 JUNE 2026 18:06:44

Hewlêr-KDP.info: Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ji bo Roja Cîhanî ya Jîngehê peyamek belav kir.

 


 
© 2023 Kurdistan Democratic Party, KDP

Contact