Hewlêr-KDP.info: Serok Barzanî peyamek ji bo pîrozkirina cejna Cemayê ya Kurdên Êzidî belav kir.
Naveroka Peyama Serok Barzanî: Bi navê Xwedayê Mezin û Dilovan Bi helkefta Cejna Cemayê, pîrozbahiyên xwe yên germ pêşkêşî hemû Êzîdiyên Kurdistan û cîhanê dikim. Êzîdî beşekî delal û neveqetiyayî yê gelê Kurdistanê ne. Piştî wan hemû nexweşî û zehmetiyên ku bi ser xwûşk û birayên me yên Êzîdî de hatin û paşê ew rewşa neqanûnî û ne asayî ya ku bi dehan sal e bi ser Şingal û deverên wan de hatiye sepandin, ku cihê dilgiraniya me ye, lê belê bi bawerî û xweragireke mezin, Kurdên Êzîdî cejn û boneyên xwe yên olî bi aramî û azadane bi rê ve dibin. Bi vê helkeftê, tekez dikim ku erkê hemû aliyan e bixebitin ji bo parastin û bihêzkirina çand û kultura pêkvejiyan û yekrêziyê di navbera hemû pêkhateyên olî û neteweyî li Kurdistanê. Cejna we pîroz be û di xêr û xweşiyê de bimînin.
Mesûd Barzanî 6ê Cotmeha 2025
Hewlêr-KDP.info: îro (Duşem, 6ê Cotmeha 2025ê), Mesrûr Barzanî Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê peyamek ji bo pîrozkirina cejna Cemayê ya Kurdên Êzidî belav kir.
Hewlêr-KDP.info: Roja Yekşemê, 5ê Cotmeha 2025an, li Pîrmamê, Serok Mesûd Barzanî pêşwaziya 110 ciwanên Kurdistanî kir ku ji parçeyên cuda yên diyasporayê pêkhatibûn û di nav wan de 12 ciwanên welatên Ewropî jî hebûn.
Hewlêr-KDP.info: îro (Yekşem, 5ê Cotmeha 2025ê), Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî pêşwaziya Balyozê nû yê Endonezyayê li Iraqê Didik Eko Pujianto kir.
Hewlêr-KDP.info: Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî li ser hilbijartinan ragihand ku divê “kes rik û kînê belav neke”.
Hewlêr-KDP.info: Îro Çarşemî 01.10.2025 ê sibehê, rêzdar Nêçîrvan Barzanî, Serokê Herêma Kurdistanê, pêşwaziya şandeke Dêra Ortodoks a Rûsî bi serokatiya birêz Metran Antonî, berpirsê peywendiyên derve û hejmarek ji kesayetiyên olî yên dêrê kir.
Hewlêr-KDP.info: îro 13ê Sibatê, Serok Mesûd Barzanî pêşwazî li kesayetiyê navdarê Iraqî Xemîs Xencer kir.
Hewlêr-KDP.info- Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro 7ê Îlonê Zanîngeha Navdewletî ya Brîtanî li Hewlêrê vekir û got: “Vekirina vê zanîngehê, vekirina deriyê ezmûna dewlemend û awayê xwendina zanîngehên Brîtanî li Herêma Kurdistanê ye.”
Hewlêr-KDP.info- Berdevkê Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) Mehmûd Mihemed li ser destnîşankirina Parêzgar û Serokê Encûmena Parêzgeha Kerkûkê û dabeşkirina kursiyên îdarî li wî Kerkûkê daxuyaniyek belav kir.