Kurdî  ■  كوردی  ■  عربي
MON, 27 JUL 2026 20:57 Erbil, GMT +3
Partiya Dîmukrat a Kurdistanê
Azadî  .  Dîmukrasî  .  Dadperwerî
 

Nêçîrvan Barzanî Bi Şandeke Dêra Ortodoks a Rûsî Re Civiya
| KDP.info


Hewlêr-KDP.info: Îro Çarşemî 01.10.2025 ê sibehê, rêzdar Nêçîrvan Barzanî, Serokê Herêma Kurdistanê, pêşwaziya şandeke Dêra Ortodoks a Rûsî bi serokatiya birêz Metran Antonî, berpirsê peywendiyên derve û hejmarek ji kesayetiyên olî yên dêrê kir.

Di civîneke ku Konsulê Giştî yê Rûsyayê li Herêma Kurdistanê jî têde amade bû, rewşa pêkhateyan bi taybetî Xirîstiyanan li Herêma Kurdistanê, peywendiyên Dêra Ortodoks a Rûsî bi civak û dêrên Xirîstiyanî yên li Herêma Kurdistanê û Iraqê re, û têkiliyên Rûsyayê bi Iraq û Herêma Kurdistanê re hatin gotûbêjkirin.

Şanda navbihurî ku hefteya raborî ji bo beşdarbûna konferanseke Dêra Rojhilat a Aşûrî serdana Hewlêrê kiribûn, kêfxweşiya xwe ji serdana Herêma Kurdistanê re anîn ziman. Herwiha pesnê pêkvejiyan û jiyana hevbeş a di navbera pêkhateyên olî û neteweyî de li Herêma Kurdistanê dan û rûmet û spasiya xwe ji bo parastina maf û azadiyên wan dubare kirin.

Ji aliyê xwe ve, Serok Nêçîrvan Barzanî, ligel xêrhatin û kêfxweşiya xwe ji serdana wan re, vê serdanê weke nîşaneke girîng a piştgiriyê ji Herêma Kurdistanê re bi nav kir. Birêz Barzanî herwiha dubare kir ku Herêma Kurdistanê bi şanaz û serbilind e bi çanda pêkvejiyan û jiyana hevbeş, hevdu qebûlkirin û lêborîn û toleransa di navbera pêkhateyan de û wê her tim parêzvanê vê çandê be.

Hevdîtin û çavpêketinên şandê digel nûnerên pêkhateyên olî yên li Herêma Kurdistanê, qonaxên têkiliyên dîrokî yên Herêma Kurdistanê bi Rûsyayê re, girîngiya gotûbêj û hevdîtinên di navbera pêkhateyên olî û neteweyî de û têkiliyên wan bi derve re, mijareke din a hevdîtinê bû.




Nûçeyên din

Mesrûr Barzanî: Ez gelek gelek piştrast im ku paşerojeka ronîtir û geştir li bendî gelê me ye.

MONDAY, 27 JULY 2026 17:07:51

Hewlêr-KDP.info : îro (Duşem, 27ê Tîrmeha 2026ê) ،Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî di konferanseke rojnamevaniyê de bi hûrî bal kişand ser rewşa siyasî û aborî ya deverê.

Serok Barzanî pêşwaziyê li Konsulê Koreya Başûr li Hewlêrê kir

SUNDAY, 26 JULY 2026 22:07:14

Hewlêr-KDP.info: Roja Yekşema 26ê Tîrmeha 2026an Serok Mesûd Barzanî pêşwaziyê li birêz Un Gyu Shim Konsulê Giştî yê Koreya Başûr li Hewlêrê kir.

 
Serok Barzanî sersaxiyê li Serokê Sûriyê kir

SUNDAY, 26 JULY 2026 18:07:45

Hewlêr-KDP.info : Roja Yekşemê 26ê Tîrmeha 2026an Serok Mesûd Barzanî sersaxî û hevxemiya xwe gihande birêz Ehmed Şer, Serokê Sûriyê, ku ji bo bûyera hatinçûnê ya diltezîn a doh ya Sûriyê ku tê de hejmareke zêde ya welatiyan canê xwe ji dest dan û birîndar bûn.

Serokê Herêma Kurdistanê sersaxiyê li hikûmet û gelê Sûriyeyê dike

SATURDAY, 25 JULY 2026 23:07:40

Hewlêr-KDP.info: îro 25ê Tîrmeha 2026an, Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, li ser hesabê xwe yê fermî yê tora civakî (X),peyameke sersaxiyê belav kir û tê de ragihand: "Bi xemgînî û daxeke kûr, me nûçeya rûdana diltezîn a trafîkê li Sûriyeyê bihîst, ku bû sedema canjidestdana hejmarek welatiyan ku piraniya wan karmendên Wezareta Navxwe bûn."

 
Mesrûr Barzanî spasiya Berpirsê Ofîsa Yekîtiya Ewropayê dike

TUESDAY, 21 JULY 2026 22:07:28

Hewlêr-KDP.info : îro 21ê Tîrmeha 2026an , Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî bi helkefta bidawîhatina erkê wîpêşwazî li Berpirsê Ofîsa Yekîtiya Ewropayê ya li Hewlêrê Radu Butum kir.

 


 
© 2023 Kurdistan Democratic Party, KDP

Contact