Kurdî  ■  كوردی  ■  عربي
MON, 6 OCT 2025 14:11 Erbil, GMT +3
Partiya Dîmukrat a Kurdistanê
Azadî  .  Dîmukrasî  .  Dadperwerî
 

Serok Barzanî Pêşwaziya Şandeke Dêra Ortodoks a Rûsyayê Kir
| KDP.info


Hewlêr-KDP.info: Roja Sêşemiyê, 30ê Îlona 2025an, li Pîrmamê, Serok Mesûd Barzanî pêşwaziya şandeke Dêra Ortodoks a Rûsyayê ya bi serokatiya Metran Antonî, Berpirsê Peywendiyên Derve yên Dêra Ortodoks a Rûsyayê kir.

Di hevdîtinê de, Konsulê Giştî yê Rûsyayê li Hewlêrê, birêz Maksîm Robîn jî amade bû. Şanda Dêra Ortodoks a Rûsyayê, ligel ku kêfxweşiya xwe ji bo serdana xwe ya Kurdistanê anî ziman, rêz û hurmeta xwe ji bo rola Serok Barzanî di kûrkirina pêkvejiyan û aştiya di navbera pêkhateyên olî û neteweyî yên Kurdistanê de diyar kir. Herwiha tekez kir ku ew bi girîngiyeke mezin li Herêma Kurdistanê dinêrin, ku li herêmeke ku çavkaniya mirovahiyê ye û baweriyeke kûr bi pêkvejiyanê heye, cih digire. Şanda mêvan xwest ku peywendiyên wan bi hemû navendên olî yên Kurdistanê re bidomin û pêş bikevin.

Di heman hevdîtinê de, Serok Barzanî bi germî bi xêr hatina şanda mêvan kir û tekezî li ser peywendî û dostaniya kevnar di navbera gelê Kurdistanê û gelê Rûsyayê de kir. Serok Barzanî çend mînakên dîrokî yên wefa û pêkvejiyana pêkhateyên Kurdistanê beramberî hev di demên zehmet de anî ziman û destnîşan kir ku gelê Kurdistanê ji dil û bi qenaetê baweriya wan bi tebayî û pêkvejiyanê heye û ev bûye çandeke xurt ku koka wê di dîrokê de ye û dê ji bo nifşên pêşerojê jî bimîne.




Nûçeyên din

Peyama Pîrozbahiyê ya Serok Barzanî ji bo Cejna Cemayê ya Xwûşk û Birayên Êzîdî

MONDAY, 06 OCTOBER 2025 11:10:58

Hewlêr-KDP.info: Serok Barzanî peyamek ji bo pîrozkirina cejna Cemayê ya Kurdên Êzidî belav kir.

 

 

Mesrûr Barzanî cejna Cemayê li Kurdên Êzidî pîroz dike

MONDAY, 06 OCTOBER 2025 10:10:10

Hewlêr-KDP.info: îro (Duşem, 6ê Cotmeha 2025ê), Mesrûr Barzanî Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê peyamek ji bo pîrozkirina cejna Cemayê ya Kurdên Êzidî belav kir.

 
Serok Barzanî Pêşwaziya Hejmarek Ciwanên Kurdistanî yên li Diyasporayê Kir

SUNDAY, 05 OCTOBER 2025 23:10:00

Hewlêr-KDP.info: Roja Yekşemê, 5ê Cotmeha 2025an, li Pîrmamê, Serok Mesûd Barzanî pêşwaziya 110 ciwanên Kurdistanî kir ku ji parçeyên cuda yên diyasporayê pêkhatibûn û di nav wan de 12 ciwanên welatên Ewropî jî hebûn.

Mesrûr Barzanî pêşwazî li Balyozê Endonezyayê li Iraqê kir

SUNDAY, 05 OCTOBER 2025 15:10:24

Hewlêr-KDP.info:  îro (Yekşem, 5ê Cotmeha 2025ê), Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî pêşwaziya Balyozê nû yê Endonezyayê li Iraqê Didik Eko Pujianto kir.

 
Nêçîrvan Barzanî: Bila kes rik û kînê belav neke

FRIDAY, 03 OCTOBER 2025 00:10:48

Hewlêr-KDP.info: Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî li ser hilbijartinan ragihand ku divê “kes rik û kînê belav neke”.

 


 
© 2023 Kurdistan Democratic Party, KDP

Contact