Hewlêr-KDP.info: îro 29ê Îlonê, serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî , pêşwazî li Balyozê nû yê Bengladeşê li Iraqê Meqsûd Elheq kir. Di hevdîtinê de, herdu aliyan tekezî li ser pêşxistina pêwendiyên dualî kirin.
Serokwezîr Barzanî, ligel pîrozbahiya destbikarbûnê, piştgiriya tam a Hikûmeta Herêma Kurdistanê ji bo serxistina karê balyozê nû tekez kir û amadebûna xwe ji bo pêşxistina pêwendiyan nîşan da.
Ji aliyê xwe ve, Balyoz Bengladeşê silav û rêzên Serokomarê Bengladeşê gihandin Serokwezîr Mesrûr Barzanî û tekezî li ser girîngiya bihêzkirina pêwendiyan di warên cûrbecûr de kir.
Balyozê nû yê Bengladeşê bi navê civaka Bengladeşî ya li Herêma Kurdistanê, spas û pêzanînên xwe ji bo hevkarî, karsivikkirin û mêvanperweriya gel û Hikûmeta Herêma Kurdistanê anî ziman.