Kurdî  ■  كوردی  ■  عربي
MON, 6 OCT 2025 14:16 Erbil, GMT +3
Partiya Dîmukrat a Kurdistanê
Azadî  .  Dîmukrasî  .  Dadperwerî
 

Nêçîrvan Barzanî bi Patriark û Metranên Dêra Rojhilatî ya Asûrî re civiya
| KDP.info


Hewlêr-KDP.info: Îro duşem, 29/09/2025, piştî nîvro, rêzdar Nêçîrvan Barzanî, Serokê Herêma Kurdistanê, pêşwaziya Patriarkê Pîroz Mar Awa, Patriarkê Dêra Rojhilatî ya Asûrî, û hejmarek ji metranên vê Dêrê ji Kurdistan, Iraq û cîhanê kir.

Di civînê de rewşa Dêra Rojhilatî ya Asûrî û şopînerên wê li Herêma Kurdistan, Iraq û cîhanê hat gotûbêjkirin. Herwiha ronahî dan li ser rewşa pêkhateyên olî, azadiyan û bi taybetî azadiya olî li Herêma Kurdistan û Iraqê.

Patriarkê Pîroz Mar Awa behsa Konferansa Bîranîna 1700 Salî ya (Civata Nîqiyayê) kir ku sê rojên borî li Hewlêrê hatibû lidarxistin. Herwiha her yek ji metranan bi kurtî li ser Dêra xwe li welatên cîhanê pêşkêş kirin û pesnê jiyana hevbeş, hevdû qebûlkirin, aramî û ewlehiya li Herêma Kurdistanê dan.

Li aliyê xwe, Serok Nêçîrvan Barzanî, ligel ku kêfxweşiya xwe ji lidarxistina çalakiyên Dêra Rojhilatî ya Asûrî li Hewlêrê anî ziman, spasiya wan kir ku salane di çarçoveya kar û bernameya xwe de, jimareyek ji ciwanên derveyî welat ji bo serdan û naskirina welat û çanda xwe tînin Kurdistanê.

Rêzdar Barzanî herwiha tekez kir ku Herêma Kurdistanê şanaziyê bi çanda jiyana hevbeş, hevdu qebûlkirin û lêborîna di navbera pêkhateyan de dike û wê her dem parêzvanê maf û azadiyên hemûyan be.

Pêşkêşkirina çendîn nêrîn û têbîniyên cihê li ser jiyan û rewşa pêkhateyan li Herêma Kurdistan û Iraqê, babeteke din a civînê bû.




Nûçeyên din

Peyama Pîrozbahiyê ya Serok Barzanî ji bo Cejna Cemayê ya Xwûşk û Birayên Êzîdî

MONDAY, 06 OCTOBER 2025 11:10:58

Hewlêr-KDP.info: Serok Barzanî peyamek ji bo pîrozkirina cejna Cemayê ya Kurdên Êzidî belav kir.

 

 

Mesrûr Barzanî cejna Cemayê li Kurdên Êzidî pîroz dike

MONDAY, 06 OCTOBER 2025 10:10:10

Hewlêr-KDP.info: îro (Duşem, 6ê Cotmeha 2025ê), Mesrûr Barzanî Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê peyamek ji bo pîrozkirina cejna Cemayê ya Kurdên Êzidî belav kir.

 
Serok Barzanî Pêşwaziya Hejmarek Ciwanên Kurdistanî yên li Diyasporayê Kir

SUNDAY, 05 OCTOBER 2025 23:10:00

Hewlêr-KDP.info: Roja Yekşemê, 5ê Cotmeha 2025an, li Pîrmamê, Serok Mesûd Barzanî pêşwaziya 110 ciwanên Kurdistanî kir ku ji parçeyên cuda yên diyasporayê pêkhatibûn û di nav wan de 12 ciwanên welatên Ewropî jî hebûn.

Mesrûr Barzanî pêşwazî li Balyozê Endonezyayê li Iraqê kir

SUNDAY, 05 OCTOBER 2025 15:10:24

Hewlêr-KDP.info:  îro (Yekşem, 5ê Cotmeha 2025ê), Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî pêşwaziya Balyozê nû yê Endonezyayê li Iraqê Didik Eko Pujianto kir.

 
Nêçîrvan Barzanî: Bila kes rik û kînê belav neke

FRIDAY, 03 OCTOBER 2025 00:10:48

Hewlêr-KDP.info: Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî li ser hilbijartinan ragihand ku divê “kes rik û kînê belav neke”.

 


 
© 2023 Kurdistan Democratic Party, KDP

Contact