Kurdî  ■  كوردی  ■  عربي
FRI, 22 AUG 2025 05:54 Erbil, GMT +3
Partiya Dîmukrat a Kurdistanê
Azadî  .  Dîmukrasî  .  Dadperwerî
 

Peyama Serok Barzanî li 79. Salvegera Damezrandina Partiya Demokrata Kurdistanê
| KDP.info


Hewlêr-KDP.info: Bi boneya 79emîn salvegera damezrandina Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK), Serok Mesûd Barzanî peyameke pîrozbahiyê belav kir. Di peyama xwe de, Serok Barzanî tekezî li ser rola dîrokî ya PDKê kir û bang li endam û alîgirên partiyê kir ku di xizmeta Kurdistanê de xwedî îradeyeke bihêz bin.

Naveroka Peyama Serok Barzanî :

‏Bi navê Xwedayê mezin û dilovan

‏Bi boneya 79 emîn salvegera damezrandina Partiya Demokrata Kurdistanê, germtirîn pîrozbahiyê pêşkêşî hemî kadîr, endam, cemawer û alîgirên Partiyê dikim. Pîrozbahî li malbatên serbilind ên şehîdan, Pêşmergeyên qehreman û hemî çîn û pêkhateyên Kurdistanê dikim û hêviya bextewerî û serbilindiyê ji wan re dixwazim.

‏Damezrandina Partiyê di şanzdeha Tebaxa 1946 an de pêwîstiyeke dîrokî bû ji bo berdewamî û domandina xebata gelê Kurdistanê li hemberî pilana dijmin û dagirkerên Kurdistanê, ku bi hemû hêz û karîna xwe hewl didan îradeya gelê Kurdistanê bişkînin û xebata wî bêdeng bikin. Partî (PDK), ji destpêka damezrandina xwe ve heta niha, amûrek bûye ji bo parastina maf, nasname û hebûna gelê Kurdistanê, û di heman demê de amûrek bûye ji bo pêkanîna armancên demokratîk, niştimanî û neteweyî yên gelê Kurdistanê.

‏Di salvegera şanzdeha Tebaxê û damezrandina Partiya Demokrata Kurdistanê de, em tekez dikin ku Partî di hemû qonaxan de hilgirê peyama aştiyê û kûrkirina piralîbûn, biratî û hevrejiyanê bûye û di vir de rola xwe ya pêşengî di qonaxên girîng û çarenûsaz ên dîroka siyasî ya Kurdistan û Iraqê de baş lîstiye.

‏Her wiha peyama min ji bo cemawer, alîgir û endamên Partiyê ew e ku Partî partiya doz û nirxên bilind ên gelê Kurdistanê ye, û Partî partiya rêbaza Barzanî û cihê hêviya xelkê Kurdistanê ye. Ji ber vê yekê divê hemî Partîyî di asta mezinahiya dîroka partiya xwe û xwîna şehîdan de bin û divê erka xwe bi awayê herî baş pêk bînin, ku ew jî xizmetkirin, avadanî û aramîya Kurdistanê ye. Ji hemî Partîyan daxwaz dikim ku îrade û hêviya wan xurt be, ji ber ku eger Partî bi hêz be, Kurdistan bi hêz e.

 

‏Mesûd Barzanî

‏16ê Tebaxa 2025




Nûçeyên din

Serok Barzanî Pêşwaziya Karbidestê Karûbarên Balyozxaneya Amerîka li Iraqê Kir

WEDNESDAY, 20 AUGUST 2025 19:08:30

Hewlêr-KDP.info: Roja Çarşemê 20 ê Tebaxa 2025 an li Selaheddînê, Serok Mesûd Barzanî pêşwaziya birêz Balyoz Steven Fagin, Karbidestê Karûbarên Balyozxaneya Amerîkayê li Iraqê, kir.

Serok Barzanî Pêşwaziya Kesayetiyê Siyasî yê Sûriyê Mehmûd Elmusellet kir

SATURDAY, 16 AUGUST 2025 18:08:52

Hewlêr-KDP.info: Roja Şemiyê 16ê Tebaxa 2025 an li Selaheddînê, Serok Mesûd Barzanî pêşwaziya kesayetiyê siyasî yê Sûriyê Mehmûd Elmusellet kir.

Nêçîrvan Barzanî: Pêdvîye PDK weke her carê bibe dînamoya pêşketina gelê Kurdistanê

SATURDAY, 16 AUGUST 2025 14:08:20

Hewlêr-KDP.info: Cîgirê Serokê Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) Nêçîrvan Barzanî bi boneya 79emîn salvegera damezrandina partiyê peyamek belav kir. Nêçîrvan Barzanî tekez kir, PDK xwedî berpirsiyariya herî mezin e ji bo parastina yekrêzî û gihandina gelê Kurdistanê bo kenarekî aram.

 
Mesrûr Barzanî pîrozbahiyê li Serok Barzanî dike

SATURDAY, 16 AUGUST 2025 09:08:39

Hewlêr-KDP.info: Mesrûr Barzanî Cîgirê Serokê Serokê Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK), pîrozbahiyê li Serok Barzani dike ji bo rojbûna wî û salvegera damezrandina Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK).

 
PDK û YNK: Divê gavên pêkhatina kabîneya nû berdewam bin

THURSDAY, 14 AUGUST 2025 21:08:08

Hewlêr-KDP.info: PDK û YNK di daxuyaniyeke hevpar de ragihand ku wan li ser wê yekê li hev kir ku pêwîst e hewlên xurt û cidî bên dayîn da ku Îlona bê Parlamentoya Kurdistanê dest bi kar û çalakiyên xwe bike.

 


 
© 2023 Kurdistan Democratic Party, KDP

Contact