Kurdî  ■  كوردی  ■  عربي
FRI, 22 AUG 2025 06:01 Erbil, GMT +3
Partiya Dîmukrat a Kurdistanê
Azadî  .  Dîmukrasî  .  Dadperwerî
 

PDK û YNK: Divê gavên pêkhatina kabîneya nû berdewam bin
| KDP.info


Hewlêr-KDP.info: PDK û YNK di daxuyaniyeke hevpar de ragihand ku wan li ser wê yekê li hev kir ku pêwîst e hewlên xurt û cidî bên dayîn da ku Îlona bê Parlamentoya Kurdistanê dest bi kar û çalakiyên xwe bike.

îro (Pêncşem, 14ê Tebaxa 2025ê) li bajarê Hewlêrê, Şandên danûstandinan ên Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) û Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) civiyan.

Di daxuyaniya hevpar de hat gotin: " bi li berçavwergirtina rewşa heyî ya deverê û pêşketinên ku diqewimin, ji bo rêzgirtina li hez û îradeya xelkê Kurdistanê, her du alî hevnerîn bûn ku divê bizavên baş û cidî bên kirin da ku gera şeşê ya Parlamentoya Kurdistanê di Îlona bê de dest bi kar û çalakiyên xwe yên asayî û qanûnî bike."

Her du aliyan tekez li ser pêdivîtiya berdewambûna gavên din ên avakirina kabîneya dehê ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê jî kir.




Nûçeyên din

Serok Barzanî Pêşwaziya Karbidestê Karûbarên Balyozxaneya Amerîka li Iraqê Kir

WEDNESDAY, 20 AUGUST 2025 19:08:30

Hewlêr-KDP.info: Roja Çarşemê 20 ê Tebaxa 2025 an li Selaheddînê, Serok Mesûd Barzanî pêşwaziya birêz Balyoz Steven Fagin, Karbidestê Karûbarên Balyozxaneya Amerîkayê li Iraqê, kir.

Serok Barzanî Pêşwaziya Kesayetiyê Siyasî yê Sûriyê Mehmûd Elmusellet kir

SATURDAY, 16 AUGUST 2025 18:08:52

Hewlêr-KDP.info: Roja Şemiyê 16ê Tebaxa 2025 an li Selaheddînê, Serok Mesûd Barzanî pêşwaziya kesayetiyê siyasî yê Sûriyê Mehmûd Elmusellet kir.

Nêçîrvan Barzanî: Pêdvîye PDK weke her carê bibe dînamoya pêşketina gelê Kurdistanê

SATURDAY, 16 AUGUST 2025 14:08:20

Hewlêr-KDP.info: Cîgirê Serokê Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) Nêçîrvan Barzanî bi boneya 79emîn salvegera damezrandina partiyê peyamek belav kir. Nêçîrvan Barzanî tekez kir, PDK xwedî berpirsiyariya herî mezin e ji bo parastina yekrêzî û gihandina gelê Kurdistanê bo kenarekî aram.

 
Peyama Serok Barzanî li 79. Salvegera Damezrandina Partiya Demokrata Kurdistanê

SATURDAY, 16 AUGUST 2025 13:08:27

Hewlêr-KDP.info: Bi boneya 79emîn salvegera damezrandina Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK), Serok Mesûd Barzanî peyameke pîrozbahiyê belav kir. Di peyama xwe de, Serok Barzanî tekezî li ser rola dîrokî ya PDKê kir û bang li endam û alîgirên partiyê kir ku di xizmeta Kurdistanê de xwedî îradeyeke bihêz bin.

 
Mesrûr Barzanî pîrozbahiyê li Serok Barzanî dike

SATURDAY, 16 AUGUST 2025 09:08:39

Hewlêr-KDP.info: Mesrûr Barzanî Cîgirê Serokê Serokê Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK), pîrozbahiyê li Serok Barzani dike ji bo rojbûna wî û salvegera damezrandina Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK).

 


 
© 2023 Kurdistan Democratic Party, KDP

Contact