Hewlêr-KDP.info:Baregeha Barzanî "bêrêziya" li hemberî Mîrê Kurdên Êzidî yên cîhanê û Serokê Civata Ruhanî ya Êzidiyan Mîr Hazim Tehsîn Beg şermezar dike. Naveroka Peyama Baregeha Barzanî: Bi navê xwedayê mezin û dilovan Gelek bi tundî, wê bêrêziyê şermezar dikîn ku ji aliyê kesekê nezanê Êzdî ve, li bajarê Berlînê li dijî birêz Mîr Hazim Tehsîn Beg Mîrê Êzdiyan li Kurdistan û Cîhanê û Serokê Civata Ruhaniya Êzdiyan hatiye kirin. Tevgerên bi vî awayî mebesteke xerapkarane li pişte û bi tu awayekê nayê qebul kirin. Her ji vir piştevaniya xwe ji bo birêz Mîr Hazim Tehsîn Beg dûpat dikîn û hemû hewlek jî, ji bo dirustkirina du berekiya li nav Êzdiyan û sivikayetî kirina bi pîroziyên wan red dikîn. Baregeha Barzanî 05ê Tebaxa 2025
Hewlêr-KDP.info : Îro Çarşemê 2026/4/29, birêz Nêçîrvan Barzanî, Serokê Herêma Kurdistanê, bi serdaneke fermî ber bi Ebûzebî ya paytexta Îmaratê ve bi rê dikeve.
Hewlêr-KDP.info: îro (Sêşem, 28ê Nîsana 2026ê), Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê , Mesrûr Barzanî li ser hesabê xwe yê fermî yê tora civakî "X"ê ragihand ku, ew bi rêya telefonê ligel Serokwezîrê raspardî yê Iraqê Elî Zeydî axiftiye.
Hewlêr-KDP.info: Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî li ser hesabê xwe yê fermî yê tora civakî ya "X"ê pîrozbahî li Elî Zeydî kir, ku ji bo posta Serokê Encûmena Wezîrên Iraqê hatiye berbijarkirin û raspardin.
Hewlêr-KDP.info : Êvara îro Duşemê 2026/4/27, birêz Nêçîrvan Barzanî، Serokê Herêma Kurdistanê, di peywendiyeke telefonî de bi birêz Abraham Hamadeh, endamê Kongresa Amerîkayê re, pêşhatên herî dawî yên rewşa Rojhilata Navîn gotûbêj kirin.
Hewlêr-KDP.info : Serok Mesûd Barzanî di salvegera 52ê ya bombebarankirina Qeladizê û Zanîngeha Silêmaniyê de peyamek belav kir û tê de ragihand: “Ew karesata dilşweat tawneke din bû ji rêzetawanên din ên wê rejîmê li dijî gelê me.”
Hewlêr-KDP: Serok Barzanî êrişa li ser hêzên Pêşmergeyan "bi tundî" şermezar kir û ragihand, ew êrişeke dijminane ye û ti hincetê ranagire.
Hewlêr-KDP.info: Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî bi tundî êrîşên mûşekî yên Îranê yên li ser hêzên Pêşmerge şermezar kirin û ev êrîş wekî "destdirêjiyeke dijminane ya rasterast li ser serweriya welat" pênase kir.
Hewlêr-KDP.info: Îro Şemî 21/3/2026an, birêz Nêçîrvan Barzanî, Serokê Herêma Kurdistanê, peyamek pêşkêşî şahiya Newrozê ya Amedê kir. Di peyamê de tevî pîrozkirina Newrozê û sersala nû ya Kurdî, tekezî li ser girîngiya serêxistina aştiyê li Tirkiyê kir.