Kurdî  ■  كوردی  ■  عربي
WED, 15 APR 2026 14:25 Erbil, GMT +3
Partiya Dîmukrat a Kurdistanê
Azadî  .  Dîmukrasî  .  Dadperwerî
 

Serok Barzanî pêşwaziya Balyozê Şahnişînê Behreyn li Iraqê kir
| KDP.info


Hewlêr-KDP.info: Roja dûşema 4ê Tebaxa 2025 li Selaheddînê, Serok Mesûd Barzanî pêşwaziya birêz Xalid Ehmed Mensur Balyozê Şahnişîna Behreyn li Iraqê kir.
Li hevdîtinê da di derbarê rewşa siyasî û guhertinên dawî yên li ser asta navçeyê û Iraqê û peywendiyên di navbera Herêma Kurdistan û Hikûmeta Iraqê de danustandina bîr û ramanan kirin.
Her li vê hevdîtinê de Balyozê Behreyn spas û rûmetên xwe ji bo rol û pêgeh û hîkmeta Serok Barzanî ya li îdaredana Herêma Kurdistanê û wê pêgeha bihêz ku Herêma Kurdistanê heye kir. Her wiha palpiştî û piştevaniya Hikûmeta Behreynê ji bo Herêma Kurdistanê dûpatkir û balkişand li ser wê yekê ku ji bo zêdetir pêşxistina peywendiyên aboriya di navbera Herêma Kurdistan û welatê Behreynê de me kar li ser ewe kiriye li paşerojeke nêzîk da hêla asmanî ya Behreyn bi awayeke raste rast ji paytexta Behreynê ve bo Hewlêrê dest bi geştên xwe bike. Her wiha Balyozê Behreyn ragihand ku hewl didin li paşerojê da Konsulxaneya Behreynê li Hewlêrê vekin.




Nûçeyên din

Mesrûr Barzanî pîrozbahiya Sersalê li Êzîdiyan dike

WEDNESDAY, 15 APRIL 2026 13:04:11

Hewlêr-KDP.info: Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî bi boneya Sersala Êzîdiyan peyameke pîrozbahiyê belav kir û piştgiriya xwe ji bo maf û daxwazên wan dupat kir.

Serok Barzanî Cejna Serê Salê li Êzidiyan pîroz dike

WEDNESDAY, 15 APRIL 2026 13:04:16

Hewlêr-KDP.info: Serok Barzanî Cejna Serê Sala Ola Êzidiyan li Êzidiyên Kurdistanê û cîhanê pîroz dike û hîviya bextewerî û keyfxweşiyê ji wan re dixwaze.

 
Serokê Herêma Kurdistanê sersala Êzidiyan pîroz dike

WEDNESDAY, 15 APRIL 2026 12:04:59

Hewlêr-KDP.info: Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî Cejna Serê Salê ya Kurdên Êzidî pîroz kir û got, “Ez hêvî dikim ev sersal bibe destpêka saleke tijî serkeftin û aramî.”

 
Peyama Serok Barzanî Ji bo 38. Salvegera Karesata Enfalê

TUESDAY, 14 APRIL 2026 12:04:38

Hewlêr-KDP.info :  îro 14ê Nîsanê ,  Serok Mesûd Barzanî bi boneya 38emîn salvegera karesata Enfalê peyamek weşand û ragihand, Enfal tawaneke sîstematîk bû ku bi mebesta tunekirina gelê Kurdistanê hatibû kirin.

 
Mesrûr Barzanî: destkeftiyên niha berhema xebat û xwîna hezaran şehîdên serfiraz yên Kurdistanê ne

TUESDAY, 14 APRIL 2026 12:04:48

Hewlêr-KDP.info :  îro 14ê Nîsanê , Serokê hikûmeta herêma Kurdistanê. Mesrûr Barzanî bi boneya salvegera operasyonên qirkirinê yên "Enfalê" peyamek belav kir û tê de destnîşan kir, ev karesat bû sedema şehîdbûn û windabûna bi hezaran mirovên bêgunah û xapûrkirina bi hezaran gundên Kurdistanê.

 


 
© 2023 Kurdistan Democratic Party, KDP

Contact