Kurdî  ■  كوردی  ■  عربي
WED, 24 JUN 2026 21:24 Erbil, GMT +3
Partiya Dîmukrat a Kurdistanê
Azadî  .  Dîmukrasî  .  Dadperwerî
 

Peyama Serok Barzanî ya cejna pîroza Qurbanê
| KDP.info


Hewlêr-KDP.info: Serok Barzani bi boneya Cejna Qurbanê peyamek pîrozbahiyê weşand û got: "Ez pîrozbahiyên xwe yên germ li Misilmanên Kurdistan, Iraq û cîhanê dikim."

naveroka peyama Serok Barzanî:

Bi navê xwedayê mezin û dilovan

Bi helkefta hatina cejna pîroza Qurbanê, germtirîn pîrozbahiyên xwe pêşkêşî misilmanên Kurdistan û Iraq û cîhanê dikim. Pîrozbahiyê li malbatên serbilindên şehîdan û Pêşmergeyên qehreman û welatiyên xweşdiviyê Kurdistanê dikim.

Di demek da ber bi vê cejna pîroz ve diçîn ku bi biryareke nerewa û zalimane qût û mûçeya xelkê Herêma Kurdistanê ji aliyê desthilatdarên Bexdayê ve hatiye birîn.

Birîna mûçe û siyaseta birçîkirina bi civaka gelê Kurdistanê hîç cûdahiyek ligel enfal û kîmyabaran û wan jenosaydan nîne ku rejîmên berê li dijî gelê Kurdistanê de encam dane.

Lê belê îradeya gelê Kurdistanê ji wan hemû sîtemkarî û tawan û enfalek bihêztir û bilindtire. Bila ewên dijayetiya xelk û Herêma Kurdistanê dikin temaşa dîrokê bikin, gelê Kurdistanê li beranber wan hemû guvaş û zebir û zengek da xweragir bû û bi ser neyar û tawanbaran da serket û her peşîmanî ji bo zordaran ma.

Li vê helkefta pîroz da ji bilî wê yekê spasiya xweragirî û camêrî û serbilindiya yek bi yekê gelê me dikim, ji xwedayê mezin hêvîdar im xêr û bexteweriyê ji bo Kurdistan û Iraq û aştî û aramiyê ji bo navçeya me û hemû cîhanê pêkbîne.


Mesûd Barzanî
05 ê hezîrana 2025




Nûçeyên din

Mesrûr Barzanî tekezî li ser pêşxistina peywendiyên Kurdistan û Kanadayê kir

TUESDAY, 23 JUNE 2026 20:06:14

Hewlêr-KDP.info : îro 23ê Hezîrana 2026an,Serokwezîr Mesrûr Barzanîpêşwazî li şandeke Grûpa Dostayetiya Kanada-Kurdî ya Perlemana Kanadayê kir.

 
Serokê Herêma Kurdistanê pêşwaziya Balyozê Rûsyayê kir

TUESDAY, 23 JUNE 2026 20:06:37

Hewlêr-KDP.info : îro sêşemê 23.06.2026an, rêzdar Nêçîrvan Barzanî, Serokê Herêma Kurdistanê, di civînekê de ligel birêz Elbrus Kutrashev, Balyozê Rûsyayê li Iraqê, tekez li ser hevkariya hevbeş a Rûsyayê ligel Iraq û Herêma Kurdistanê kirin.

 
PDK: Em nûnertiya piraniyê dikin û dest ji mafên gel bernadin

MONDAY, 22 JUNE 2026 23:06:00

Hewlêr-KDP.info :Berdevkê Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) Mehmûd Mihemmed di daxuyaniyekê de bersiva axaftinên berdevkê Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê (YNK) dide û radigihîne ku YNKê ji bo rêgirtina li pêkanîna kabîneya dehem, dest bi kuştina demê kiriye.

 
Serok Barzanî pêşwaziyê li Balyozê Rûsyayê yê li Iraqê kir

MONDAY, 22 JUNE 2026 21:06:00

Hewlêr-KDP.info : Roja duşemê 22ê Hezîrana 2026an li Pirmamê, Serok Mesûd Barzanî pêşwaziya birêz Elbrus Kutrashev, Balyozê Rûsyayê yê li Iraqê kir.

Serokê Herêma Kurdistanê tekez li ser serxistina pêvajoya yekgirtina Pêşmerge kir

SUNDAY, 21 JUNE 2026 20:06:22

Silêmaniyê -KDP.info :  îro Yekşemê, 21ê Hezîrana 2026an, rêzdar Nêçîrvan Barzanî, Serokê Herêma Kurdistanê, beşdariyê di merasîma derçûna xula 5emîn a pêgihandina efseran li Koleja Leşkerî ya Sêyem a Qelaçolanê li Silêmaniyê kir.

 


 
© 2023 Kurdistan Democratic Party, KDP

Contact