Kurdî  ■  كوردی  ■  عربي
SUN, 1 JUN 2025 10:18 Erbil, GMT +3
Partiya Dîmukrat a Kurdistanê
Azadî  .  Dîmukrasî  .  Dadperwerî
 

Nêçîrvan Barzanî bi Ahmet Davutoğlu re civiya
| KDP.info


Hewlêr-KDP.info: îro pêncşem 22.05.2025 Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê, pêşwaziya birêz Ahmet Davutoğlu Serokwezîrê berê yê Tirkiyê û Serokê Partiya Pêşerojê ya Tirkiyê û şandeke pê re kir.

Di civînê de têkiliyên Tirkiyê bi Iraq û Herêma Kurdistanê re, pêvajoya aştiyê li Tirkiyê, serdana birêz Davutoğlu ya ji bo navendên cûda cûda yên Iraq û Herêma Kurdistanê û rewşa herêmê bi giştî, hatin nirxandin.

Her du aliyan pêvajoya aştiyê li Tirkiyê wekî gavek û derfetek dîrokî di nava xwe de girt ku divê ji dest neyê dan û hemû kes alîkar bin ji bo serxistina pêvajoyê û bi cih bûna aştiyê. Di vî warî de, tekez li ser rola alîkariyê ya Herêma Kurdistanê ji bo serxistina pêvajoyê kirin.

Serok Nêçîrvan Barzanî rewşa Herêma Kurdistanê ya ji bo piştgiriya tevahî di pêvajoyê û serxistina wê de dubare kir û amadebûna xwe ji bo her alîkariyeke pêwîst ya serxistina aştiyê de nîşanda. Birêz herwiha behsa girîngiya aştî û encamên erênî yên wê ji bo Tirkiyê û tevahiya herêmê kir.

Ji aliyê xwe ve birêz Davutoğlu pesnê têkiliyên Tirkiyê bi Iraq û Herêma Kurdistanê re kir û pêşvebirina têkiliyan û firehkirina alîkariya hevbeş a di navbera wan wekî mijara girîng û baldar ji bo niha û pêşeroja herdu aliyan, di nava xwe de girt.




Nûçeyên din

Serok Barzanî pîrozbahiyê li Fexrî Kerîm kir

SATURDAY, 31 MAY 2025 20:05:00

Hewlêr-KDP.info: Bi helkefta xelat kirina birêz Fexrî Kerîm ji aliyê Lûtkeya Medya ya Erebî ve li Dubeyî, Serok Mesûd Barzanî li nameyek da pîrozbahiyê li kesayetî û rewşenbîrê navdarê Iraqî û Serokê Dezgeha El Meda birêz Fexrî Kerîm kir ku ev e jî naveroka wê ye:

Mesrûr Barzanî pêşwaziya senatora Amerîkî Jackie Rosen kir

SATURDAY, 31 MAY 2025 20:05:00

Hewlêr-KDP.info: Îro 31.05.2025, Mesrûr Barzanî, Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê , pêşwaziya Senatora Amerîkayê Jackie Rosen kir.

Nêçîrvan Barzanî peywendiyeke telefonî ji Wezîrê Derve yê Amerîkayê ve gihayê

THURSDAY, 29 MAY 2025 10:05:11

Hewlêr-KDP.info: îro Çarşemî 28.5.2025 Nêçîrvan Barzanî, Serokê Herêma Kurdistanê, peywendiyeke telefonî ji birêz Marco Rubio Wezîrê Derve yê Amerîkayê ve gihayê.

Serok Barzanî pêşwaziya Serokê Hevpeymaniya Siyade kir

WEDNESDAY, 28 MAY 2025 18:05:40

Hewlêr-KDP.info: Roja çarşema 28 ê Gulana 2025 li Selaheddînê, Serok Mesûd Barzanî pêşwaziya birêz Şêx Xemîs Xencer Serokê Hevpeymaniya Siyade kir.

Nêçîrvan Barzanî: Kurdistan wekî niştimana hemû pêkhateyan dimîne

MONDAY, 26 MAY 2025 23:05:22

Hewlêr-KDP.info: îro duşem 26/05/2025 rêzdar Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê, li Hewlêrê beşdariya konferansa salane ya Zanîngeha Katolîkî ya li Hewlêrê kir.

 


 
© 2023 Kurdistan Democratic Party, KDP

Contact