Kurdî  ■  كوردی  ■  عربي
SUN, 1 JUN 2025 09:59 Erbil, GMT +3
Partiya Dîmukrat a Kurdistanê
Azadî  .  Dîmukrasî  .  Dadperwerî
 

Mesrûr Barzanî li Washingtonê bi Senator Ted Budd re civiya
| KDP.info


Hewlêr-KDP.info: îro 21ê Gulana 2025an Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, li paytexta Amerîkayê, Washingtonê, bi Senatorê Amerîkî Ted Budd re civiya.

Di hevdîtinê de, ligel dubarekirina daxwaza her du aliyan ji bo pêşxistina zêdetir a pêwendiyên dualî, bi taybetî tekezî li ser girîngiya berdewamkirina piştgiriya ji bo Hêza Pêşmerge ya Kurdistanê hat kirin. Herwiha, di civînê de li ser çend mijarên girîng ên din jî rawestiyan.

 Di nav van mijaran de, girîngiya çareserkirina kêşeyên di navbera Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Federal a Iraqê de û pêwîstiya rêzgirtina ji statuya federalî ya Herêma Kurdistanê di çarçoveya destûra Iraqê de hatin destnîşankirin. Ji aliyê din ve, çaksaziyê ku Hikûmeta Herêma Kurdistanê di warên bihêzkirina binesaziya aborî, sektora enerjî û kehrebeyê, modernîzekirina sîstema bankî, û dîjîtalkirina xizmetguzariyên giştî de pêk tîne, hatin şîrovekirin.

Hewl û xebatên ji bo pêkanîna kabîneya nû ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê jî beşeke din a guftûgoyên di navbera Serokwezîr Barzanî û Senator Budd de bûn.




Nûçeyên din

Serok Barzanî pîrozbahiyê li Fexrî Kerîm kir

SATURDAY, 31 MAY 2025 20:05:00

Hewlêr-KDP.info: Bi helkefta xelat kirina birêz Fexrî Kerîm ji aliyê Lûtkeya Medya ya Erebî ve li Dubeyî, Serok Mesûd Barzanî li nameyek da pîrozbahiyê li kesayetî û rewşenbîrê navdarê Iraqî û Serokê Dezgeha El Meda birêz Fexrî Kerîm kir ku ev e jî naveroka wê ye:

Mesrûr Barzanî pêşwaziya senatora Amerîkî Jackie Rosen kir

SATURDAY, 31 MAY 2025 20:05:00

Hewlêr-KDP.info: Îro 31.05.2025, Mesrûr Barzanî, Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê , pêşwaziya Senatora Amerîkayê Jackie Rosen kir.

Nêçîrvan Barzanî peywendiyeke telefonî ji Wezîrê Derve yê Amerîkayê ve gihayê

THURSDAY, 29 MAY 2025 10:05:11

Hewlêr-KDP.info: îro Çarşemî 28.5.2025 Nêçîrvan Barzanî, Serokê Herêma Kurdistanê, peywendiyeke telefonî ji birêz Marco Rubio Wezîrê Derve yê Amerîkayê ve gihayê.

Serok Barzanî pêşwaziya Serokê Hevpeymaniya Siyade kir

WEDNESDAY, 28 MAY 2025 18:05:40

Hewlêr-KDP.info: Roja çarşema 28 ê Gulana 2025 li Selaheddînê, Serok Mesûd Barzanî pêşwaziya birêz Şêx Xemîs Xencer Serokê Hevpeymaniya Siyade kir.

Nêçîrvan Barzanî: Kurdistan wekî niştimana hemû pêkhateyan dimîne

MONDAY, 26 MAY 2025 23:05:22

Hewlêr-KDP.info: îro duşem 26/05/2025 rêzdar Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê, li Hewlêrê beşdariya konferansa salane ya Zanîngeha Katolîkî ya li Hewlêrê kir.

 


 
© 2023 Kurdistan Democratic Party, KDP

Contact