Hewlêr-KDP.info: Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ragihand ku ji bo jiyaneke baş ji mamosteyan re peyda bibe çi ji destê wan bê dê bikin.
Naveroka peyama Nêçîrvan Barzanî:
Salvegera şêst û sêyemîn a avakirina Yekîtiya Mamosteyên Kurdistanê li hemû mamosteyên hêja yên Kurdistanê û Sekreteriya Yekîtiya Mamosteyan pîroz dikim, hêviya serkeftin û pêşketina berdewam ji wan re dixwazim.
Em peyama bilind û rola mamosteyan ya perwerdekirin û pêşxistina nifşan bilind dinirxînin û emê hemû hewlekê bidin ji bo peydakirina jiyaneke hêjayî wan ku li gorî pêgeha wan a perwerdehî û niştimanî be. Em ê karê xwe yê ji bo misogerkirina jîngeheke fêrkirinê ya dirust û hemdem bidomînin ku weberhênaneke rasterast ya pêşeroja Kurdistanê ye. Mamoste pêşeng û stûna sereke ya avakirina civakê û garantiya perwerdekirina wan mirovên hişyar in ên ku şanaziyê bi nasnameya xwe dikin. Di hemû qonaxan de dilsoziya xwe selimandin, ji qadên tekoşînê heta bi holên fêrkirinê, hertim parêzerên hişyarî, ziman û nirxan bûn. Rola wanya berdewamiya pêvajoya fêrkirinê di şert û mercên herî dijwar de cihê rêz û sipasdariyê ne. Em destxweşiyê li Yekîtiya Mamosteyên Kurdistanê dikin ji bo nûnertiya wê ya mamosteyan û parastina mafên wan. Bi rêzdarî em qurbanîdana wan mamostayên ku canê xwe di rêya azadiyê de dan, bi bîr tînin. Silav ji bo hemû wan mamostayên ku bi dilsozî û fedakaî erka xwe ya pîroz pêk tînin. Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê 15/5/2025
Hewlêr-KDP.info: Bi helkefta xelat kirina birêz Fexrî Kerîm ji aliyê Lûtkeya Medya ya Erebî ve li Dubeyî, Serok Mesûd Barzanî li nameyek da pîrozbahiyê li kesayetî û rewşenbîrê navdarê Iraqî û Serokê Dezgeha El Meda birêz Fexrî Kerîm kir ku ev e jî naveroka wê ye:
Hewlêr-KDP.info: Îro 31.05.2025, Mesrûr Barzanî, Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê , pêşwaziya Senatora Amerîkayê Jackie Rosen kir.
Hewlêr-KDP.info: îro Çarşemî 28.5.2025 Nêçîrvan Barzanî, Serokê Herêma Kurdistanê, peywendiyeke telefonî ji birêz Marco Rubio Wezîrê Derve yê Amerîkayê ve gihayê.
Hewlêr-KDP.info: Roja çarşema 28 ê Gulana 2025 li Selaheddînê, Serok Mesûd Barzanî pêşwaziya birêz Şêx Xemîs Xencer Serokê Hevpeymaniya Siyade kir.
Hewlêr-KDP.info: îro duşem 26/05/2025 rêzdar Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê, li Hewlêrê beşdariya konferansa salane ya Zanîngeha Katolîkî ya li Hewlêrê kir.
Hewlêr-KDP.info: îro 13ê Sibatê, Serok Mesûd Barzanî pêşwazî li kesayetiyê navdarê Iraqî Xemîs Xencer kir.
Hewlêr-KDP.info- Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro 7ê Îlonê Zanîngeha Navdewletî ya Brîtanî li Hewlêrê vekir û got: “Vekirina vê zanîngehê, vekirina deriyê ezmûna dewlemend û awayê xwendina zanîngehên Brîtanî li Herêma Kurdistanê ye.”
Hewlêr-KDP.info- Berdevkê Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) Mehmûd Mihemed li ser destnîşankirina Parêzgar û Serokê Encûmena Parêzgeha Kerkûkê û dabeşkirina kursiyên îdarî li wî Kerkûkê daxuyaniyek belav kir.