Hewlêr-KDP.info: îro Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî cejna Rabûn li Xirîstiyan pîroz kir û got, “Herêma Kurdistanê dê wekî welatekî pirrengî yê bihevrejiyanê bimîne.
Naveroka peyama Nêçîrvan Barzanî:
Hatina cejna Rabûn (Qiyame)ya hezretî Mesîh (Silavên xwedê li ser bê), bi germî û ji dil ve li hemû welatiyên Mesîhiyên me yên li Herêma Kurdistan û Iraqê, her wiha li tevahiya mesîhiyên li cîhanê pîroz dikim. Hêvîdarim cejn xêr û xweşî û aştî û bexteweriyê ji bo tevahiya mirovayetiyê bi xwe re bîne.
Li vê cejna pîroz da, em hemûyan piştrast dikîn ku Herêma Kurdistanê wekî herdem bi niştimanê fireh rengî ya pêkhatên wê dimîne û li bihêz kirina bihayên pêkvejiyan, lêborînî û rêzgirtina li hemû bîr û bawerî û nasnameyan berdewam dibe. Bila em hemû vê cejnê bikîn derfetek ji bo nûkirina peymana yekrêzî û tebayiyê û ji bo xizmet û avadanî û pêşketina welatê xwe bi ruhê berpirsiyariya hevbeş kar bikîn.
Nêçîrvan Barzanî
Serokê Herêma Kurdistanê
20.04.2025