Kurdî  ■  كوردی  ■  عربي
TUE, 9 JUN 2026 11:19 Erbil, GMT +3
Partiya Dîmukrat a Kurdistanê
Azadî  .  Dîmukrasî  .  Dadperwerî
 

Ji îmraliyê bo Serî Bilind
| KDP.info


Amîna Zikrî

Seredana Mezlûm Ebdî û paşî hatina şanda îmraliyê bo baregayê Barzanî û gihandina peyama birêz Ocalan bo cenabê Serok Barzanî li ser daxwaza birêz Ocalan, bîranîneke baş e; ku cenabê Serok Barzanî faktorê serekî û karîgerê aramiya navçeyê ye, li gel wê hêza dîrokî ya li navçeyê heye û hebûye, yekem kart û dawî kart li ba Serok Barzanî aştî û vegeryana bo hevdu qebûlkirinê ye.


Seredana her du şandan di demekê da ne, hem li Rojavayê Kurdistanê û hem jî li Bakurê Kurdistanê du pirsên girîng hene. Yekem; paşeroja Kurdan e li Rojavayê Kurdistanê piştî rûxana rejîma Beşar Esed. Duyem; ya din jî pirsa aştiyê ye li Bakurê Kurdistanê. Li ba me hemiyan veşartî nîne ku pirsa Kurd di vê demê da li ber metirsiyê û hem jî li ber guherînên bingehîn û girîng e.

Li her cihekî Kurdistanê Kurdek hewceyî alîkariyê be û bixwaze di warê siyasî da rol hebe, ji destpêka şoreşa Kurdî heta îro, baregayê Barzanî navendeke girîng a civîna pirsên niştimanî û neteweyî ye, navendek e bo pirsên girîng û têgihiştina li ser pirsa gel û pirsa aştiyê digel gelên din ên navçeyê, navendek e bo qeziya Kurdî; lewma baregayê Barzanî girîngiyeke mezin li navçeyê heye.

Piştî yanzdeh salan ji destpêşxeriya cenabê Serok Barzanî, bo proseya aştiyê li Bakurê Kurdistanê û herdu rêkeftinên (Dihok-Hewlêr) navbera hêzên Kurdî li Rojavayê Kurdistanê, eger asteng li ber destpêşxeriyên Serok Barzanî nebûya, pirsa Kurd li Tirkiye û Sûriyayê di qonaxeke din da dibû. Tu car jî Serok Barzanî, ji destpêşxeriya aştiyê westiyayî nebûye.

Ji bo rewşa Sûriyayê cenabê Serok hewl û têkoşîneke zêde hebûye ku hemû aliyên Kurdî yekbixe û bi yekdengî bişîne Şamê, ev jî di pêxema bidestxistina mafên Kurdan da bûye. Eger ev yekrêzî pêk were bi plêya yekem Kurd sûdmend dibe û dawî Sûriya qazanc ji aramiyê dike. Dewletên navçeyê baş ji wê têgihiştine ; Serok Barzanî dikare hêzeke karîger be ji bo ku li Rojhilata Navîn û bi taybetî ew dewletên ku netewa Kurdî tê da hene rola xêr û aştiyê bibîne.

Dema birêz Ocalan bi xwe daxwaz dike peyama wî bigihîje cenabê Serok, ev yek dupatkrne ku hemûyan guman l ser wê çendê nîne ku dihête ser behsa doza kurd, Serok Barzanî parêzerê wê ye. Eger her carê jî mijarek berjewendiya Kurdan bûbe, dîsan Serok Barzanî înkar û nakokî û dijayetiya borî ya aliyê beranber piştguh dixe û şevnexwîniyê dike ji bo armanca mezin, ku aramî û aştî ye ji bo hemû Kurdan û gelan û netewe û pêkhateyên vê cografyayê.

Herêma Kurdistanê bi taybetî Serî Bilind, hêvîbexş e ji bo dawîanîna bi tundûtijiya neteweyan li vê navçeyê, bi taybetî Kurd digel neteweyên din.

 




Nûçeyên din

Serokê Herêma Kurdistanê: Helkewt Ezîz nûçegihanekî jêhatî û dilsoz bû

TUESDAY, 09 JUNE 2026 00:06:00

Hewlêr-KDP.info: Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî li ser koça dawî ya nûçegihan û berpirsê Nivîsgeha Rûdawê ya Bexdayê Helkewt Ezîz peyameke sersaxiyê belav kir.

Mesrûr Barzanî sersaxî ji malbata rojnamevan Helkewt Ezîz re xwest

MONDAY, 08 JUNE 2026 19:06:53

Hewlêr-KDP.info: îro (Duşem, 8ê Hezîrana 2026ê) , Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê peyameka sersaxî û hevxemiyê ji bo koça dawiyê ya rojnamevan Berpirsê Nivîsingeha Tora Medyayî ya Rûdawê li Bexdayê Helkewt Ezîz belav kir û sersaxî li malbat û hevkarên wî re xwest.

Li Duhokê rêz li hozanvan Muhsin Qoçan hat girtin

MONDAY, 08 JUNE 2026 10:06:41

Duhok-KDP.info :Roja yekşembî 7.6.2026, bi amadebûna Dr. Salar Osman, Berpirsê Pişka Rewşenbîrî û Ragehandinê ya P.D.K.ê, û harîkarên berpirsê Mekteba Rêkxistna Parêzgeha Duhokê û hejmareka nivîser, rewşenbîr, rojnamevan, hunermend û kesayetiyên civakî, rêwresmeka taybet bo rêzlênan li hozanvan Muhsin Qoçan li bajarê Duhokê hate birêvebirin.

 
Mesrûr Barzanî û Cîgirê Wezîrê Derve yê Yewnanê xurtkirina têkiliyan nîqaş dikin

SUNDAY, 07 JUNE 2026 15:06:11

Hewlêr-KDP.info : îro (Yekşem, 7ê Hezîrana 2026ê) , Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî pêşwaziya Cîgirê Wezîrê Derve yê Yewnanê Harry Theoharis kir.

Peyama Serokê Herêma Kurdistanê di Roja Cîhanî ya Jîngehê de

FRIDAY, 05 JUNE 2026 18:06:44

Hewlêr-KDP.info: Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ji bo Roja Cîhanî ya Jîngehê peyamek belav kir.

 


 
© 2023 Kurdistan Democratic Party, KDP

Contact