Hewlêr-KDP.info- Wezareta Derve ya Amerîkayê ji bo Karûbarên Rojhilata Navîn pêşwaziya civîna Serok Barzanî û Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) dike.
Wezareta Derve ya Amerîkayê ji bo Karûbarên Rojhilata Navîn îro Duşem, 20.01.2025 li ser tora civakî ya Xê parve kiriye ku, pêşwaziya civîna Serok Barzanî û Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) Mezlûm Ebdî dike.
Wezareta Derve ya Amerîka herwaha ragihand: “Gotûbêjên di navbera aliyên kurdî dê roleke wan a serekî û giring hebe di bihêzkirina qonaxa veguhêz a siyasî ya giştgir a Sûriyê de.”
Serok Mesûd Barzanî roja Pêncşema 16.01.2025 li Pîrmamê pêşwaziya Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) Mezlûm Ebdî kir.
Baregayê Barzanî naveroka civîna Serok Barzanî û Mezlûm Ebdî parve kir. Di wê hevdîtinê de, rewşa Sûriyê û dawî pêşhatên ewlehî û siyasî yên Sûriyê, çarçoveya giştî ya serederîkirina aliyên Kurdî bi rewşa nû ya Sûriyê re, û herwesa çawaniya wergirtina helwesteke hevpar a aliyên Kurdî yên Sûriyê hatin gengeşekirin.